'Bila dorpêça li ser Surê rabe qatlîam çênebe'

18:18

JINHA

AMED - Malbatên ku zarokên wan li Surê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qatilkirin ev 26 rojin di çalakiyan de nin.

Li Sumerparqa Amedê 8 malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe yên ku li Surê ji aliyê hêzên tirk ve hatin qatilkirin ev 26 rojin di çalakiyedenin. Malbat hem li resepsiyana salone û ham jî li ber derî çalakiya xwe berdewam dikin. Malbatên Rozêrîn Çukur (17) Ramazan Ogut (16) Gunduz Akmeşe (28) Turgay Girçek (19) Mahmut Oruç (23) Cîhat Morgul (14) Velat Bîlen (21) Erhan Keskîn (18) ên ji aliyê hêzên dewletê ve hatîn qatilkirin wêneyên wan li cihê çalakiyê hatin daleqandin. Panqarta "We rêz neda jiyana wan, rumetê bidin cenazeyê wan" û "Em cenazeyên zarokên xwe dixwazin" hatin vekirin.

Li Surê gelek sivîl dibin qatlîama dewletê dene û dewlet dixwaze qatlîma wek Cizîrê bike. Malbatan diyar kirin ku ji bo Cizîreya duyemîn neyê jiyandin bila dorpêç bilez rabe.

(dt/zt)