Jinan Derya Koç a li Cizîrê hatî qetilkirin oxirkirin
18:39
JINHA
ERZIROM - Hevseroka kevn a navçeya Mîlasê ya HDP'ê Derya Koç a ku li Cizîrê hat qetilkirin li navçeya Qereyaziyê ji aliyê jinan ve hat oxirkirin.
Hevseroka kevn a navçeya Mîlasê ya HDP'ê Derya Koç a ku di jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê de hat qetilkirin ji bo definkirinê anîn navçeya Qereyaziya Erziromê. Polîsên ku ketin-derketina navçeyê girtin nehiştin konvoya cenazeyê bikeve navçeyê. Piştî demekê konvoya cenazeyê di rêyeke cuda de hat taxa Galo ya Qereyaziyê. Cenazeyê Derya li vir ji aliyê malbat, endamên HDP, DBP û hezaran welatiyan ve bi dirûşmên "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin. Jinan li ser milê xwe tabuta Derya a bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin hilgirtin û heya goristana taxê bi dirûşman birin.
Bavê Derya, Kemal Koç axivî û diyar kir ku serê gelê Kurdistanê sax be û wiha got: "Em 15 roj li wir bûn lê belê ji destê me çi nehat. Kujerê keça min serokomar Erdogan e. Kesên van komkujiyan dikin jî fermanê ji xwînmij Erdogan digirin. Me destê Derya hine kir. Ey Şehîd Derya tu ji bo piştgiriya Cizîrê çûyî navçeyê. Em li ber hemû şehîdan soz didin ku dê xwîna te li erdê manîne."
Hevserokê DBP'ê yê Muglayê Hanîfî Sari jî got ku Derya hevseroka wan bû û wiha got: "Ruyê wê yê ken hê jî li ber çavên min e. Me nekarî xwedî li Deryayê derkevin. Em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin."
Jinan piştî axaftinan cenazeya Derya bi dirûşmên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "PKK tolhildan" spartin axê.
(zt)