Navê 19 kesên dinê yên li nava Sûrê diyar bûn

19:04

JINHA

AMED - Li navçeya Sûrê êrîş di roja 79'an de jî berdewam dike û nûçegihanê DÎHA yê Mazlum Dolan ê di jêrzemînekê de asê maye navên 19 kesên di heman jêrzemînê de nin parve kir.

Li navçeya Sûra Amedê ku tê de nûçegihanê DÎHA yê Mazlum Dolan jî heyî bi giştî nêzîkî 200 kes di jêrzemînan de asê mane bombebarana hêzên dewletê berdewam dike. Nûçegihanê DÎHA yê Mazlum Dolan beriya niha ji 5 navên welatiyên li cem wî asê mane diyar kiribû û bi peyama xwe ya dawîn jî navên 19 kesan aşkera kir.

Navên 19 kesan wiha ne: "Ekrem Karatay, Îhsan Karatay, Ekrem Karatay, Ahmet Karatay, Aynur Aslan, Gulistan Aslan (11), Rojda Aslan (6), Muas Aslan (4), Ozgur Aslan (3), Hulya Erkaplan, Semia Surer, Seda Aslan, Elif Aslan (4), Ferat Efe, Mehmet Aktaş, Mahmut Yilmaz (12), Murat Yilmaz (14), Vedat Yilmaz, Ayşe Yilmaz"

Rojnameger Mazlum destnîşan kir ku di jêrzemînên malên din de jî gelek welatî asê mane û ew nikare agahiyek baş ji wan deran bigire.

(zt)