1.Konferansa Yekîtiya Star a Kantona Kobanê bi dawî bû
19:06
JINHA
KOBANÊ- Yekemîn Konferansa Yekîtiya Star a Kantona Kobanê bi biryadariyeke xurt bi encam bû.
Îro li salona Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê bi beşdariya 250 delegeyan 1. Konferansa Yekîtiya Star a Kantonê destpêkir. Dirûşmeya Konferansê "Jina Azad Misogeriya Netewa Demokratîk e" bû. Ji rêxistin û saziyên li Kantonê tevlîbûneke berfireh a jinan bal kişand. Her wiha jinan bi cil û bergên gelerî salona konferansê xemilandin. Ji Desteya Jin a Kantonê, endam û rêveberên Yekîtiya Star, partiyên siyasî û her wiha şervanên YPJ'ê jî nûner beşdarî konferansê bûn.
Hevseroka TEV-Dem'ê Ayşe Efendî axaftina vekirinê ya konferansê kir û bal kişand ser girîngiya lidarxistina konferansê di vê pêvajoyê de. Herwiha bangewazî li tevahiya jinan kir ku piştgiriya şoreşa li Bakûrê Kurdistanê ku bi pêşengtiya jinê pêşdikeve, were kirin.
Bi ser navê YPJ'ê jî Fermandar Viyan Zinar axaftinek kir û konferans li jinên Rojava pîroz kir. Viyan di berdewamiya axaftina xwe de rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pêşketina şoreşa jinê ya li Rojava bi bîr xist. Viyan her wiha bangewaziya li jinên Rojava ji bo parastina destketiyên şoreşê, bi vê re girêdayî xurtkirina têkoşînê li dijî zordestî û êrîşkaran kir.
Piştî bidawîbûna axaftinan, peyamên pîrozkirinê ên ku rêxisitin û partiyên siyasî şandibûn hatin xwendin. Di tevahiya peyaman de banga bilindkirina têkoşîna azadiya jinê hate ziman. Rûniştina Konferansê bi xwendina tehlîlên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ku pirsgirêka jinê û rêyên çareseriyê rojev kiriye, domiya.
Di berdewamiya konferasnê de rapora xebata salekê ya Yekîtiya Star hate xwendin û delegeyan nêrînên xwe di vê barê de diyar kirin. Di nav nirxandinan de lewaziyên heyî hatin rexnekirin û hate xwestin ku jin çawa ji bo parastina Kobanê bi tevahiya hêza xwe têkoşiya, heman biryardariyê di pêşxistina xebatên înşa û bilindkirina asta şoreşê jî nîşan bide.
Wek rojeveke din a konferasnê rêveberiya rêxistina Yekîtiya Star wek sê kes hate destnîşankirinû hilbijartin çêbû. Ev sê kes wek berdevkên Yekîtiya Star dê erk bigrin, xebatên heyî bişopînin û ji pêşxistina wan berpirsin. Di plansaziya konferansê de xalên sereke ku bûn biryar wiha ne;
*Avakirina sîstema komîn a jinan
*Pêşxistina aboriya jinê
*Avakirina akademiya perwerdeyê ya Yekîtiya Star
*Ji bo zarokên Şehîd û zarokên sêwî ciheke taybet a parastin û xwedîkirinê were avakirin
*Ji bo parastina jinê malek bê vekirin
1. Konferans Yekîtiya Star a Kantona Kobanê bi coş û heyecaneke mezin destpêkir û bi heman coşê jî bi encam bû. Jinan di dawiya konferansê de dirûşmeyên 'Bijî Serok APO', 'Jin Jiyan Azadî' , 'Bê Serok Jiyan Nabe' û 'Bijî Berxwedana YPJ'ê' berzkirin û wiha konferansa xwe bi dawî kirin.
(rê/zh/hs/rc)