'Divê xeleka aştî pêl bi pêl belav bibe'
09:01
JINHA
STENBOL - Reqisvanên BGST'ê diyar kirin ku divê xeleka aştî pêl bi pêl belav bibe û wiha gotin, "Pêwîste mirin ewqas rewa neyê dîtin. Heya têkoşîna me hebe dê aştî pêk were."
Akademîsyenên ku li dijî komkujiya li Kurdistanê danezana bi navê "Em ê nebin hevkarê vî sucî" rastî eleqeyek mezin tê û ji gelek kesimên civakê tevlî dibin. Gûlcan Kûçûk, Banu Açikdeniz û Zîlan Kakî ên ku di binesaziya Koma Pêşandana Hilberîna Bogazîçî (BGST) xebatê reqsê rêvedibin banga rawestandina komkujiyê kirin.
'Divê mirin asayî neyê pêşwazî kirin'
Endama komê Gûlcan Kûçûk diyar kir ku aştî ji bo wê dihat wateya jiyanek demokratîk sazkirine lê niha tenê ji bo rewastandina mirinê ye. Gûlcan anî ziman ku divê tevahî kesimên civakê piştgirî bide aştî û wiha got, "Herkes ji aliyê xwe ve dikare vê pêlê mezin bike. Dikare ji malbat û dora xwe ve bide despêkirin. Ji bo çi aştî û astengkirina mirinan divê were vegotin. Divê em her kes di aştiyê de îqna bikin. Bi vê yekê re ji xwe dê dûvre pêl bi pêl belav bibe. Divê mirin ewqas asayî neyê pêşwazî kirin. Heya têkoşîna me hebe dê aştî pêk were."
'Ji bo aştî her kes divê hevok sazbike'
Zîlan Kakî jî got, "Ne ji bo aştî ne jî ji bo şer divê kes nemire" û diyar kir ku divê bi lezgînî şer bê rawestandin. Zîlan destnîşan kir ku divê her kes ji bo astengkirina mirinan dengê xwe ji bo aştî bilind bike û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji bo rawestandina şer her kes çi ji destê wan tê divê bike. Divê hunermend, akademîsyen, esnaf û xwendekar ji bo aştiyê bipeyivin û ji bo aştiyê hevok saz bikin."
'Bûyerên tirsnak pêk tên'
Banu Açikdenîz jî bilêvkir ku divê ji bo aştiyê ked were dayîn û wiha pêde çû, "Di warê raghandinê û parvekirinê de her kes girtiye. Hewirdorên mûxalîf jî wiha ne. Di warê guhertinê de kedê me kême. Bûyerên ku demek pêk tê me tev matmayî dike. Ez hêvî dikim ku demê pêş rewş ber bi aramiyê ve biçe. Bûyerên tirsnak pêk tê, gorî min ev sedem ji bo têkoşîna me bese. Nekarîna xwe îfade kirin bêhna me tang dike. Divê têkoşîna dayîna famkirin û belavkirinê hebe. An jiyan wiha nayê jiyankirin."
(rc)