Li Nisêbînê tax cardin hatin gulebarankirin

09:04

JINHA

MÊRDÎN– Li navçeya Nisêbînê ku bi mehane êrîşên dewletê didomin, di seatên şevê de tax cardin hatin gulebarankirin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê êrîşên dewletê yên tevkujiyê berdewam dikin. Hêzên dewletê yên ku li kolana Çagçagê, avahiya berê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û qada Newrozê hatine bicihkirin, demek dirêj kolanên taxên Firat, Dîcle, Abdulkadîrpaşa û Yenîşehîrê gulebarankirin. Dengê çekên giran li seranserî navçeyê hate bihîstin.

Li hember êrîşên hêzên dewletê jî gel bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Nisêbînê” û “Bijî berxwedana Kurdîstanê” bersiv da. Gulebarana taxan dem bi dem didome.

(ekîp/eb/rc)