'Dixwazin jinên berxwedêr bêdeng bikin'
09:15
Şehrîban Aslan/ JINHA
AMED - Qetilkirina jinan li Tirkiyê û Kurdistanê her roja ku derbas dibe zêdetir dibe. Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jin a Ekîn Ceren Ayşe Çaçan û Civaknasa Navenda Jin a Kardelenê Rûken Taşdemîr diyar kirin ku sedema komkujiya jinan yek jî ji bo jinên berxwedêr bêdeng bikin."
Êrîşên topyekûn a ku li Kurdistanê hatî despêkirin, di serî de jin tên hedef girtin û cenazeyê wan tê teşhîr kirin. Qetilkirina jinan ne tenê li Kurdistanê tevahî Tirkiyê pêk tê û tenê di meha Çileyê de 36 jin hatin qetilkirin. Herî dawî li Amedê M.B. hat qetilkirin û li Edenê Tûrkan Sarikaya di encama şîdeta mêr de jiyana xwe ji dest da. Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jin a Ekîn Ceren Ayşe Çaçan diyar kir ku li hember bedena jin hovîtiyek mezin tê pêk anîn û got divê polîtîkayên hember jin bên guhertin.
'Dixwazin berxwedanê biçewsînin'
Ayşe anî ziman ku navê şerê li Kurdistanê nîne û got herî zêde jin û zarok di nav şer de travmeyên giran dijîn. Ayşe bilêvkir ku zîhniyeta mêr a dewletê bi çi şêwayî dertê holê tê dîtin û da zanîn ku dewlet herî zêde jinên berxwedêr hedef digre. Ayşe wiha pêde çû, "Hewildidin bi êrîşa berxwedanê biçewsînin. Polîtîkayê bi zorê û îşkencê dayîna kirin heye. Ji ber vê operasyonan dike û qetlîaman pêk tîne. Jin hem hember êrîşên derve hem jî di malde rastî şîdetê tê. Jin hember şîdeta li mal ê zêde dengê xwe dernayîne. Di qetilkirina jinan de herî dawî me ev yek dît."
'Ser navê olê polîtîka tên kirin'
Civaknasa Navenda Jin a Kardelenê Rûken Taşdemîr diyar kir ku hîna zarok ne hatine dinê nasnameyê civakî tê dîyar kirin û got zarokên mêr ji aliyê civakê ve pîroz tên dîtin. Rûken da zanîn ku dewlet bi navê olê de polîtîka hember jinan pêk tîne û got bê ehlaqiyek mezin bin navê olê de hember jinan tê kirin. Rûken bilêvkir ku her dem qala edelet û wekhevî tê kirin lê di roja me ya îro de adelet û wekhevî nîne û wiha dirêjî da gotina xwe, "Di civakê de jin heya derengiya şevê nabe ku li derve bimîne. Dema bûyerek biçûk bê serê wê jê tê pirsîn 'çima vê setê derveye'. Ev yek ji zîhniyeta desthilatdariyê digre. Divê polîtîkayên hember jin berçav re bên derbas kirin."
Rûken di dawiya gotina xwe de wiha got, "Çêkirina taksiyên penbe cudakariyek zayendîpereste. Saetek ji wan taksiyan re diyar kirine û divê li dervî wan sînoran derneyên. Eger karê jin dirêjbû û nekarî xwe bighîne wan taksiyan dê çi bibe? Ma wê li derve bimîne. Eger tiştek bê serê wê dê bibêjin 'te li taksiya penbe siwar biba û zû hatiba'. Ev nîşaneya zîhniyeta desthilatdariyê ye. Divê polîtîkayên hember jin bên guhertin.
(rc)