1.Kongreya Jinên Ciwan ên Rojava destpê kir
11:20
JINHA
REMELAN -1. Kongreya Jinûve Damezirandina Tevgera Jinên Ciwan bi dirûşmeya "Bi berxwedana Jinên Ciwan, Azadiya Rêber Apo û Şoreşa Kurdistanê Misoger Dibe" destpêkir.
1. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan li bajarê Rimêlan li Salona Çand û Huner a Aram Tîgran bi beşdariya 301 delege û hejmareke berfireh mêvanan destpêkir. 1. Kongeraya Jinûve Damezirandina Tevgera Jinên Ciwan bi dirûşmeya "Bi Berxwedana Jinên Ciwan Azadiya Rêber Apo û Şoreşa Kurdistanê Misoger Dibe" destpê kir. Salona kongreye bi posterên Arîn Mîrkan, Zeynep Kinaci, Şîlan Baqî, Mezlûm Dogan, Ekîn Wan û şehîdên jin hatiye xemilandin. Herwiha pankartên 'Agirê Şoreşa Rojava Berxwedana xweseriya Demokratîk a Bkaûr bilind dibe', 'Em ê bi Tola Şehîdên Cizîrê Dijmin Nehêlin li Axa Kurdistanê', 'Berxwedana YPJ û YPS-Jin Rizgarkirina Rojhilata Navîn e' li salonê hatine daliqandin. Ji nav pankartan ya herî zêde bal dikişine jî 'Emê Bi Rêxistinkirina Jinên Ciwan re Komploya 15'ê Sibatê Vala Derxin' hatiye nivîsandine.
Di derbarê kongreyê de komîteya Amadekar da xuyakirin ku Ji tevahiya bajarên Kantona Cizîrê, herwiha ji Kantona Kobanê jinên Ciwan di kongreye de amade ne. Lê ji ber rêya di navbera Kantona Efrînê girtiye û pirsgirêkên elwekariyê delegeyên ji Efrînê nekarîn werin Kongreyê. Di derbarê programa kongreyê de jî komîteya amadekar da zanîn ku dê di serî de axaftina vekirinê ji hela Rêveberiya Yekîtiya Star were kirin, piştre mêvanên ji saziyan peyamên xwe bidin. Ji tehlîlên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belgeyek were xwendin, di heman çarçoveyê de sînevîzyonek jî hatiye amadekirin ku tê were pêşkêşkirin. Di berdewamiya kongreyê de dê rapora salekê ya xebatên Tevgera Jinên Ciwan were pêşkêşkirin. Di vê barê de panoramayek jî hatiye amedekirin ku dê pêşkêşî kongreyê were kirin.
Kongre dê bi nirxandina rewşa siyasî, rêxistinî, xwendina bername û esasnameyê, her wiha pêşniyarname û biryaran bidome. Di dawiya kongreyê de dê rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan were hilbijartin û axaftina girtinê were kirin.
Kongre di vê seatê de nû destpê dike…
(en-gb/rc)