Li Sûrê mal di bin bombebaranê de ne

12:11

JINHA

AMED - Li Sûrê ku 80 roj in dorpêç didome êrîşên hêzên dewletê her ku diçe girantir dibe. Li taxa Hasirliyê ku pevçûnên giran diqewimin, mal têne bombebaran kirin û ji herêmê dûxan bilind dibe.

Li navçeya Sûr a Amedê bombebaran hêzên dewletê her ku diçe girantir dibe. Di saetên sibehê de li navçeyê dengê topbaran û gulebaranê bilind bû. Pevçûnên li navçeyê herî zêde jî li taxa Hasirliyê diqewimin û navçê bênavber di bin bombebarana hêzên dewletê de ye. Li taxê, li du avahiyan şewatek mezin derket û dûxana ku bilind bû hemû taxê rapêçiya. Li ser navçeyê her wiha 2 helîkopter û ÎHA jî difirin. Li derdora avahiyên ku êrîş li dijî wan tê kirin jî, hêzên dewletê hatine bicihkirin.

Kamerayên DÎHA'yê erîşên topbaran û gulebarana hêzên dewletê qeyid kir.

(rc)