Ajansa DİHA yê cara 29'an hat asteng kirin
13:25
JINHA
AMED - Ajansa DÎHA yê ku li hemberî êrîşên tevkujiyê rastiya digihîne civakê ji aliyê TÎB'ê ve cara 29'emîn hate asteng kirin û qedexe kirin.
Li hemberî ajansa me Ajansa Nûçeyan a DÎHA yê hewldanên sansur û qedexekirinê bênavber didome. Di pêvajoyek ku li Kurdistanê êrîşên tevkujiyê didome û nûçegîhanên wan di bin şert û mercên giran de, di jêrzemînên avahiyan de rastiyan digihînin civakê, Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TÎB) ku beriya niha 28 caran malperên ajansa wan qedexe kiribû, bi biryarek nû navnîşana ajansa wan ya www.dihanews.pw jî qedexe kir.
Bi vê qedexeyê re ji 24'ê Tîrmehê heya niha ajansa wan cara 29'emîn ji aliyê TÎB'ê ve hate astengkirin û qedexekirin. Ligel hemû êrîş û sansuran DÎHA ji roja hate vekirin heta niha bi silgona "ji rastiyan tu caran dê tawîz neyê dayîn" xebatên xwe didomîne dê îro şunde jî bi heman awayî peywira xwe bi cih bîne.
(zt)