Jinên girtî ji bo zarokên Nisêbînê name şandin
13:29
JINHA
MÊRDÎN - Jinên girtiyên siyasî yên Girtîgeha Jinan a Şakranê, ji bo zarokên Nisêbînê yên wek mezinên xwe li ber xwe didin name nivîsandin.
Jinên girtiyên siyasî yên Girtîgeha Jinan a Şakranê ya li navçe Alîaga ya Îzmîrê girtî ne, ji bo zarokên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku bi meha ne di bin êrîşên dijwar de mezin dibin name nivîsandin. Jinên girti yên li ser kaxezên wek minminîkan name nivîsandin, diyar kirin ku her roj zarokên berxwedêr di rojname û televîzyonan de dibînin. Di nameyan de ji bo zarokan "Tovên Berxwedanê" hat gotin û bi zarokan re daxwaza hevdîtina pêşerojeke azad hat kirin. Nameyên ku jinên girtî nivîsandin, li zarokên ku bi meha ne li taxan di nav berxwedanê de ne hatin belav kirin.
(zt)