Hevşaredara Şaxê Evîn Keve sirgun kirin
13:53
JINHA
WAN - Hevşaredara Şaxê ya Wanê Evîn Keve bi hinceta "Gumana îlankirina Xwerêveberiyê" ku hatibû girtin, sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê kirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Kurdistanê de Hevşaredara Şaxê Evîn Keve ya di meha rêbendanê de hatibû binçavkirin û bi hinceta "Li hemberî yekîtî û yekparebûna dewletê" û "Gumana îlankirina Xwerêveberiyê" hat girtin û şandin Girtîgeha Oltî ya Erziromê. Piştî çend mehên li Girtîgeha Oltiyê Evîn sirgûnî Gîrtîgeha Tîpa M a Baybûrtê kirin. Her wiha Evîn daxwaza neqilkirina Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê kiribû lê daxwaza wê nehat pejirandin û mebesta sirgûna Evîn nehat zanîn.
(zt)