Girktiyên PAJK û PKK'ê biriyara çalakiyan dan

14:03

JINHA

ŞIRNEX - Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa T a li Şirnexê tên ragirtin der barê komkujiyên dewlet li Cizîr, Sûr û Hezexê diek de, daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin; "Em weke girtiyên PKK'yî yên li Girtîgeha Şirnexê dibêjin, em ê li hemberî komkujiyên namerdî û faşîzan ên li gelê me hatiye kirin bêdeng nemînin, berdêla wê çi dibe bila bibe em ê helwesta xwe nîşan bidin û bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi heman berpirsyariyê tevbigerin."

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa T a li Şirnexê tên ragirtin der barê komkujiyên dewlet li Cizîr, Sûr û Hezexê diek de, daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li Cizîrê mirovahî hatiye şewitandin û got, "Ya ku li jêrzemînan hatin parçekirin, bêdeng bû, wijdanê mirovahiyê ye. Em di rojên tarî de ne ku wateya gotinan nemaye. Banga me li tevahiya mirovahiya bêdeng e. Guhê dilê xwe li qîrîna mirovahiya li Cizîrê hat şewitandin vekin."

Di dewama daxuyaniyê de ev bang li gelê Kurd hat kirin: "Bêyî poşman bibin, ji îro ve li dijî van bûyerên diqewimin dengê xwe bilind bikin. Kî çawa dikare çi bike bila bike, bila nerazîbûna xwe nîşan bide. Em weke girtiyên PKK'yî yên li Girtîgeha Şirnexê dibêjin, em ê li hemberî komkujiyên namerdî û faşîzan ên li gelê me hatiye kirin bêdeng nemînin, berdêla wê çi dibe bila bibe em ê helwesta xwe nîşan bidin û bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi heman berpirsyariyê tevbigerin. Çi zû çi jî dereng; Erdogan û hikûmeta AKP'ê wê ji ber van sûcên xwe bê darizandin. Em, AKP û rejîma Qesrê ya van komkujiyên hovane dike, bi hêrseke mezin şermezar dikin."

Girtiyan diyar kirin, ji niha û pê ve ew ê li hemû girtîgehan çalakiyên xwe bidomînin.

(zt)