Fatma Ateşa ku di jêrzemînê de asê mayî giran birîndar bû
15:02
JINHA
AMED - Nûçegîhanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan ê ku bi hin malbatan re li malekê a navçeya Sûrê di jêrzemînê de bin bombebaranê de asê maye, ji ajansa xwe û Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel geriya. Mazlûm diyar kir ku bi guleya hewanê hemwelatiya bi navê Fatma Ateş giran birîndar bûye û wiha got, "Bi lez û bez pêdivî bi ambulansê heye. Li vir jinên birîndar hene."
Nûçegîhanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan ê ku 80 roj e li navçeya Sûrê ya Amedê nûçeyan dişopîne û bi hin malbatan re li malekê asê maye, bi rêya telefonê li ajans û Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel geriye. Nûçegîhanê me Mazlûm, ragihand ku hemwelatiya bi navê Fatma Ateş(65-70) bi guleya hewanê giran birîndar bûye. Mazlûm da zanîn ku Fatma, ji ling û milê xwe birîndar bûye. Dema Mazlûm agahî radigihand telefon qut bû.
'Bi lez û bez pêdivî bi ambulansê heye'
Nûçegîhan Mazlûm Dolan, li Sûrê bûyera li nêzî wî qewimî bi Serokwekîla Koma HDP'ê re parve kir. Mazlûm ji Çaglar re wiha got, "Bi lez û bez pêdivî bi ambulansê heye. Li vir jinên birîndar jî hene. Di nav jinan de xaltiya min jî heye." Piştî vê axaftina kurt telefon qut bû. Çaglar jî diyar kir ku di dema axaftinê de jî dengê bombebaranê dihat.
'Em dixwazin birîndarê xwe hilgirin'
Çaglar diyar kir ku ji bo kesên li navçeyê asê mane hilgirin bi Wezareta Karên Hundir re hevdîtin pêk anîne û wiha got, "Divê demildest ev wahşet bê rawestandin û qedexeya derketina derve bê rakirin. Demildest em dixwazin birîndarên xwe hilgirin."
(rc)