'Me di wî wêneyî de mezinbûna jinê û biçukbûna dewletê dît'
15:07
JINHA
STENBOL - Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoya Stenbolê di derbarê jina ku li Cizîrê ji bo tehşîrkirinê bedena wê tazî kirî de nameyek şand ji derve. Fatma di nameya xwe de bi van gotinan bang li Ahmet Davutoglu kir: "Di wî wêneyî de li Cizîrê dewlet dibin enkazê de ma. Me di wî wêneyî de mezinbûna jinê û biçukbûna dewletê dît."
Weke Gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk a li Gimgima Muşê ji aliyê hêzên dewletê ve bi îskencê hatî qetilkirin û ji bo tehşîrkirinê bedena wê hatî tazîkirin, di rojên derbasbûyî de jî li Cizîra Şirnexê hêzên dewletê jinek qetilkirin û bedena wê tazî kirin. Li Kurdistanê û gelek welatên cîhanê jinan bertek nîşanî tazîkirina bedena jina hatî qetilkirin dan. Girtiya Siyasiya li Girtîgeha Bakirkoya Stanbolê Fatma Tokmak nameyek şand JINHA yê û di nameya xwe de bang li Serokwezîr Ahmet Davutoglu kir.
Nemeya Fatma wihaye;
"Navê min Fatma Tokmak. Ez Li Girtîgeha Bakirkoyê dimînim. Ez wek dayîkî û jinek di xwazim çend tîştan bêjim; ez pirsa çima hûn bedena jinan di tora civakî de pardikin na pirsim, ji bo we bedana jinê wek gefekêye. Em bivan gefan na tirsin. We bedenên me tazî kirin, îşkence kirin, cih hat we li cenazeyên me îşkence kirin. Ev ne aybameye eyba weye.
Ew beden jî deruniya mirovaye. Di olê Îslamiyetê de hinek rêgez hene. Hûn ticar li gorî ahlaqê şer tevnagerin. Armanca we ewe ku hûn bi bedena tazî li pêşberî dayîk, bav xwîşk, hevser û xizmên me, me bidin şermkirin, lê hûn nikarin vîna me bi bedene teşîr kirî bişkî nin. Ahmet Xoca çiqas hûn nebî nin jî jinên kurd bi saya Birez Abdullah Ocalan bi hêz û berxwedêrbûne. Êdî em ne jinên berê ne hûn nikarin bedena me ji me bikirin û vîna me bişkê nin. Eger hûn van nebînin ev belangaziya we ye.
Li Cizîrê ne debena jinekê bedena jinên Kurd, Tirk, Ermenî, Elewî, Suryanî û Eraba hatiye tazî kirin. Ew wêne yê li Cizîrê wê deqa reş li ser eniya we be. Hûn bi ser neketin nekarhatiya we bû neçariya we nîşan dide. Hûn piçuk û xilas bûn. Em ne biyanî yên van posteranin. Mixabin em hîn jî dibînin ku hûn neçarin. Min li axaftina we ya li Erzîncanê guhdar kir. Min femkir ku we li Cizîrê sedî sed winda kiriye. Di wî wêneyî de mezinbûna jinê û biçukbûna we hat xwiya kirin. Gelê Cizîrê bi ser ket, vîna Cizîrê bi ser ket û ji were darbas bûyî be Ahmet Xoca. Fatma Tokmak."
(dt/zt)