Polîs dayik qetil kir û keça 10 salî jî birîndar kir

16:03

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê ku dorpêç û êrîşên hêzên dewletê bi mehan e didome, di gulebarana polîsan de jina bi navê Dilşah Ak hate qetilkirin, keça wê ya 10 salî jî ji piyê xwe birîndar bû.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku êrîşên tevkujiyê didome, hêzên dewletê dîsa can girtin. Li taxa Abdulkadîrpaşa ya navçeyê, polîsan ji wesayîtên zirxî jina bi navê Dilşah Ak (45) û keça wê ya 10 salî gulebaran kir. Di gulebaranê de Dilşah û keça wê birîndar bûn. Li gel komên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê mudaxale kir jî, Dilşah Ak jiyana xwe ji dest da. Keça wê ya 10 salî ku ji piyê xwe birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

(rc)