Li Nisebînê Asayîşa YPS-JIN ava bû

16:38

JINHA

MERDÎN - Li Nisêbînê piştî qedexe rabû dorpêç didome. YPS-JIN li Nisêbînê Yekîneyê Asayîşê avakirin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li hember êrîş û qadaxayên dewletê, gel bi xwerêveberina cewherî parastina xwe dike. Hêzên YPS'ê piştî Asayîşa xwe îlan kirin, YPS-JIN jî yekînyeê xwe a asayîşê avakir. Di merasîma avakirinê de Dorşîn Amed qala girîngiya avakirina asayîşa xweser kir û got, "Avakirina asayîşa jin a xweser ji bo ewlehiya gel û jinan girînge.

'Ji bo me çareserkirina pirsgirêkê jin bi wate ye'

Dorşîn da zanîn ku armanca wan kurkirina zanistiya jin a parastinê ye û wiha pêde çû, "Ji bo me bi teybet çareser kirina pirsgirêka jin pir girînge. Berî niha Asayîşa YPS'ê ava bû. Mîsyona me yê herî sereke zîhniyata dasthilatdariyê a li hember jinê şikandine. Ji bo wê em livirin. Jin dema di jiyanê de azad be civak jî azad dibe. Tevahî jin ji bo xwe û azadiya gelê xwe divê berê xwe bidin YPS-JIN."

(dt/rc)