Fatma Demîr a ku li Cizîrê hatî qetilkirin spartin axê

16:57

JINHA

MÊRDÎN - Fatma Demîr a ku li Cizîrê bi birîndarî di jêrzemîna avahiyê de asê mabû û ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetil kirin li taxa Dêrteyar a Stewrê hate oxir kirin. Dayika Demîr, dema cenaze bo cara dawî anîn malê bi gotinên "Gula min gula Cizîrê" bi ser keça xwe de lorand.

Fatma Demîr a ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi birîndarî di jêrzemîna avahiyê de asê mabû û ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetil kirin, piştî ku li Rihayê ji aliyê malbatê ve hate teşhîskirin, li taxa Dêrteyar a Stewrê hate oxir kirin. Cenaze duh êvarê ji morga Nexweşxaneya Îpekyolu ya Qoserê hate wergirtin û bi karwaneke wesayîtan birin taxa Dêrteyar a navçeya Stewrê ya Mêrdînê.

Cenazeyê Fatma, ji bo cara dawî li ser milê jinan anîn mala malbatê. Dema anîna cenazeyê de dayika Fatma, bi gotinên "Gula min gula Cizîrê" bi ser keça xwe de lorand. Leşkeran, rengên kesk, sor û zer ên li ser darbestê kirin hincet û qasî saetek destûr nedan ku cenaze bibin goristanê. Pişt re cenaze bi ambulansê hate girtin û birin goristana taxê.

Di merasîma veşartinê de, Hevserokê DBP'a bajarê Mêrdînê Omer Ocalan, Rêveberê MEYA-DER'a Qoserê Halîl Toguç û Parlementera HDP'ê Gulser Yildirim axivîn. Gûlser diyar kir ku ew hovîtiyek bi vî aweyî qet nedîtine û wiha got, "Zilmek wiha ne di dema Dehakan de ne jî di dema Nemrûtan de hatî jiyan kirin. Îro ji bo dîktatoriya xwe xwîna gelê Kurd dirjînin. Lê divê baş were zanîn, ciwanên me rûmetê mene. Ji bo jiyanek bi rûmet ew têdikoşin. Em ê ti car têkoşîna wan bê xwedî nehêlin. Têkoşîna me dê bidome."

Li ser navê malbatê, apê Fatma Şaban Demîr axivî û anî ziman ku Fatma di riyeke bi rûmet de canê xwe feda kiriye. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Fatma di nav dia û hêstirên çavan de spartin axê.

Piştî axaftinan girse çû mala şînê.

(rc)