Li Surê 3 jê jin 6 birîndar bi ambulansê hatin girtin

17:29

JINHA

AMED - Ji parlementerê Ewrupa 5 kes, Parlementera HDP'a Amedê Feleknas Uca û Hevseroka Bajêr a HDP'ê Gûlşer Ozer ji bo wergirtina birîndaran çûn Sûrê. Li ber Kîlîseya Surp Gragos bi ambûlansê 3'ê jê jin bi tevahî 6 birîndar rakirin nexweşxanê.

Li hember Surê 80'î rojin bê navber êrîşê hêzên dewletê didome û di rojên dawiyê de êrîş giran bûye. Ji bo sivîlên ku di jêrzemînê de asê mane ligel heyeta ku ji Parlamentoya Ewropayê hatî, parlementerên HDP'ê bi Walî re hevdîtin pêk anîn. Ji bo wergirtina birîndaran di serî de hevdîtin bi telefonê bi weliya Amedê re hat kirin. Piştî ku hevdîtin encam negirt, tevî heyeta Ewropa, BDP û HDP'ê hevdîtin bi Weliyê Amedê re pêk anîn. Di nav heyetê de Parlementerên HDP'a Amedê Feleknas Uca û Sîbel Yîgîtalp, Hevserokên Şaradariya Bajarê Mezin a Amedê Gûltan Kişanak û Firat Anli, Hevserokê Bajêr a DBP'ê Alî Şîmşek û Hevserokê Bajêr a HDP'ê Omer Onen cih girt.

Di nav heyeta Ewropa de jî Komîteya Têkiliyê Parlamentoya Ewropa raportorû Tirkiyê Katî Pîrî, alîkarê serokê koma Demokratên Civakî Knut Fleckenstein, Koordînatora Komîteya Têkiliyan Derve a Parlamentoya Ewropa Richard Haiott û Alîkarê Serokê Partiyên Sosyalîst Baronnes Jan Royall jî li gel parlementerên HDP'ê tevlî hevdîtinê bûn. Piştî hevdîtinê hat diyar kirin ku ew ê bikaribin heya saet 17.00'an li ber Mînareya Çar Ling birîndaran bigrin. Ji bo wergirtina birîndaran parlementerê Ewrupa 5 kes, Parlementera HDP'a Amedê Feleknas Uca û Hevseroka Bajêr a HDP'ê Gûlşer Ozer çûn Sûrê

Piştî ambulans sewqî Sûrê hat kirin 3'ê jê jin bi tevahî 6 birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî a Gazî Yaşargîlê. Hat zanîn ku ji birîndaran yek Fatma Ateşê ku îro bi perçeyê şarapnelê birîndar bûye rakirine nexweşxanê.

(rc)