Aktivîsta Îranê Atena Daemi bi kefaletê hat berdan
17:56
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Aktîvîsta Parêzvana Mafê Zarokan ya Îranê Atena Daemi ya ku ji aliyê Îranê ve hatî girtin û 14 sal cezayê girtîgehê lê hat dayîn, ji ber pirsgirêkê tenduristiyê bi kefaletê hat berdan.
Aktîvîst û Parêzvana Mafê Zarokan ya Îranê Atena Daemi (28) di 21'ê Mijdara 2014'an de bi hinceta "Gef li Ewlehiya Navnetewî kiriye" , "Li hember sîstemê propanganda belav kiriye" û "Heqeret li Serokê Komara Îslamê kirî" 14 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji bo Atena ji ber êşa serî, nedîtîna çavan û rewşên tenduristiyê Rexistina Mafên Navnetêwî û Avakarê Civakê Sivîl kampanya dabûn despêkirin. Di encama kampanyayê de bi kefaletê Atena di 15'e sibat de bi kefaleta 232,000 dolar hat berdan.
(dt/rc)