Li ser dezgeha Hatice şînatiyên derman hene

09:02

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Hatice Kose ya ku ser dezgeha xwe ya li bazarê şînatiyên derman pêşkêş dike got: "Birastî di vê civakê de jinbûn gelek zore lê emê van zoriyan derbas bikin."

Jina bi navê Hatîce Kose (52) li Mêrsînê li ser dezgiha xwe giya difiroşe û jiyanek zahmet dikşene. Hatîce dayika 2 zarokane ev 10 salin li ser dezgehên cur be cur giyên weke tere, roka, isirgan, bexdenoz, rihan difroşê û îdara mala xwe pê dike. Çî ji destê Hatîce tê ji bo debara zarokên xwe dike.

'Ji bo debara xwe û zarokên xwe dixebitim'

Hatîce da zanîn ku ev çend salin hevserê wê li erdê ye û wiha berdewam kir: "Ev 10 salin karê dezgehan dikim. Ez herdem diçim bazaran û dezgehdariyê dikim. Ji bo ku şaredariyê cih neda min ez li ser dezgihan di xebitim û giyayên xwe difiroşim. Zabita min wek xulam dibînin û dibêjin cih bikire wê demê tu dê rehet bi xabitê."

'Bila jin dev ji berxwedanê bernedin'

Hatîce destînşan kir ku ewlehiya wê ya civakî nîne û wiha dom kir: "Hîna ez teqewît nebûme ez her zivistan zehmetiyan dikşînim, ji ber sermayê û mecbûr dimînim li ber dezgiha xwe bimînim. Ji bo ku ez bixwe di xebitim ez gelek keyfxweşim, lê jiyan zahmete û pir girane."

Hatîce di derbarê zarokên xwe de jî wiha axivî: "Zarokek min zewiciye, yek jê hîn diçe dibistanê. Ji bo zarokên xwe û xwe gerek ez bi hêz bim û li hember şertên jiyanê li berxwe bidim. Bi rastî di civakê de jinbûn gelek zore, lê emê van zoriyan derbas bikin. Ez jî wek havalên xwe li hember jiyana zehmet li berxwe didim. Eger ji jinê re derfet were dayîn, jin wê destnîş bavejêin binê gelek rupelan. Dema jin dixwaze tiştek na mîne ku neke û jin bi hêze."

(dt/zt)