Jinên Wanê: Em ji bo zarokên xwe dibistanên kurdî dixwazin
09:03
JINHA
WAN - Jinên Wanê bi mebesta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê nêrînên xwe anîn ziman û goti: "Di dibistanan de zimanê me qedexe bû, zarokên me hînî zimanê tirkî kirin, lê bila bizanin em kurdin û zarokên kurdanîn. Em xwe û zimanê xwe winda nakin. Em ji bo zarokên xwe dibistanên kurdî dixwazin."
Bi sedsalane dewletên desthiladar li dijî çand, ziman û baweriya ciwaka kurdan polîtîkayên asîmîlasyonê pêk tînin. Dewleta Tirk jî bi polîtîkayên "Yek ziman, yek netew, yek al û yek welat" li hemberî kurdan qirkirina çandî pêk tîne. Li Tirkiyê di dibistan, zanîngeh, girtîgeh û nexweşxaneyan de zimanê kurdan rastî asîmilasyonê tê. Asîmîlasyona herî mazin li ser zarokên kurdan di dibistanan de tê kirin. Gelê kurd li hemberî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê bi tekoşînekî bêhempa xwedî li çand û zimanê xwe derketin û gihandin heya roja îro. Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çand a Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 17'ê mijdara 1999'an de Roja 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pejirand. Gelê kurd ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû ne di her salvagera 21'ê Sibatê de bi coş û kelacanek mezin wê rojê pîroz dikin. Jinên Wanê jî di derbarê giringiya 21'ê Sibatê û xwedîderketina li ziman û çanda xwe de axivîn.
Jina bi navê Nazê Acar (40) destnîşan kir ku li gund her tim bi zarokên xwe re bi zamê xwe di axivîn û wiha pêde çû: "Em li gundên xwe her tim bi zimanê xwe di axivîn û me nedizanî zimanê tirkî çiye. Dewletê bi darê zorê di salên 1990'an de em ji gundên me derxistin. Em ketin nava bajaran û me li ser zimanê xwe zordarî kişand. Em bi zimanê xwe gelek keyfxweşbûn."
'Em dibistanên kurdî dixwazin'
Nazê diyar kir ku ew her tim nava malbata xwe de kurdî diaxivin û wiha domand; "Jî ber ku zimanê me kurdîye û em jî kurdin. Em dixwazin dibistanên kurdî bên avakirin û zarokên me jî hînî zimanê dayika xwe bibin.. Gelek dayîk zarokên xwe hînî zimanê tirkî dikin. Ez bang li wan dayikan dikim û dibêjim hûn kurdîn û çend sale ku em ser zimanê xwe tekoşînê didin. Zarokên xwe bi ziman û koka xwe mezin bikin."
'Ez kurdim û bi kurdî dijîm'
Jina bi navê Xanim Acar jî (52) jî anî ziman ku ew li gund gelek dilşa bûn û wiha got: "Em li gundên xwe gelek keyfxweşbûn. Em bi zorî ji gundên me derxistin. Dixwazin çanda û zimanê me bê windakirin û em asîmîle bin, wê demê jî zorakên me hînî zimanê tirkî bû. Di dibistanan de zimanê me qedexe bû, zarokên me hînî zimanê tirkî bûn, lê bila bizanin ku em kurdin û zarokên kurdanîn, em xwe û zimanê xwe winda nakin.
Xanim destnîşan kir ku ew dibistanên bi zimanê xwe ji bo zarokên xwe dixwazin û wiha berdewam kir; "Çawa dibistanên wan hene em jî dixwazin dibistanên me bên avakirin û zarokên me bi zimanê xwe baxivin. Bila destûr bidin em jî xweşî bi zimanê xwe bijîn. Em kurdîn lê mixabin dewletê zarokên me bi asîmîlasyonê ew kirine 'Tirk'. Ez bang li hemû kurdan dikim bila zimanê xwe xeberdin, zimanê me yê pîroz û dewlemend heye çima zimanê tirkî xeber didin."
'Karê herî mezin li ser milê dayîkane'
Jina bi navê Behîce Abî (38) jî diyer kir ku dewlet zarokên kurdan asîmile dikin û wiha got: "Dema em li gund bûn me tu peyvên tirkî nedizani. Piştî em bi darê zorê ji gundan hatin derxistin û berê me dan bajaran, em bi polîtîkayên dewletê yên asîmilasyonê rû bi rû man. Zarokên me şandin dibistanên tirkî. Di demên nava malbatê de kurdî di axivîn. Lê mixabin demên dirêj dibistanê bûn hîn tirkiyê bûn. Zarokên me jî girîngîya zimanê kurdî winda kirin."
Behîce bilêv kir ku dewletê ne tenê li hemberî zarokan li hemberî mezinan jî heman polîtîka meşandine û wiha dom kir: "Di dema ku em hatin bajêr de bavê min gelek nexweş bû. Em çûn nexweşxanê me tirkî nedizanî. Wê demê bijîşkê bavê min derman nekir."
'Bila zarokên me bi zimanê kurdî bijîn'
Bahîce anî ziman ku ji bo pêşdebirina ziman karê herî mezin dikeve ser milê dayîkan û wiha pêde çu: "Baş diyare ku ji bo me dayîkan gelek kar dimîne. Ji ber ku em zarokan tînin dinê û em dayîk zarokên xwe hîn zimanê xwe dikin. Bila hemû dayîk li gel zarokên xwe kurdî baxivin û zarokên xwe bi zimanê xwe mezin bikin. Em ji bo zarokên xwe dibistanên zimanê kurdî dixwazin. Çawa dewlet zimanê tirkî, erebî û îngîlîzî nişa zarokên me dide bila zimanê dayîka xwe ji bîrnekin û zimanê xwe bidin jiyandin. Ez 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî pîroz dikim û dibêjim ku çawa zarokên wan bi zimanê xwe mazin dibin bila zarokên me jî bi zimanê xwe mazin bibin."
(hk-db/zt)