Xzimên wendahiyan li Geverê çalakiya xwe yê heftê pêk anîn
12:41
JINHA
COLEMÊRG- Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi pêşengiya ÎHD'ê û xizmên windahiyan 96. çalakiya xwe ya heftanê bi dîrûşmeya "Bila winda bên dîtin kujer bên darîzandin" pêk anin.
Xizmên windahiyan li Kolana Hunerê li hev kombûn û wêneyên xizmên xwe yên ku di salên 90'î de ji aliye kujerên nediyar ve hatin qetîlkirin hilgirtin. Parlementerên HDP'ê ya Colemergê Nihat Akdogan, Abdullah Zeydan, Parlementarê Wanê Adem Geverî, nûnerên DBP, HDP, ÎHD, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek xizmên windahiyan di çalakiyê de amadebûn. Çalakî bi rêzgirtinê dest hate destpêkirin.
Parlementera Colemêrgê Abdullah Zeydan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku dewleta tirk û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan êrîşên komkujî li ser gelê kurd didin meşandin, lewra gelê kurd li hemberî zilm û êrîşan li ber xwe didin. Abdullah bang li dewleta tirk kir û got ku bila demîldest dev ji van komkujiyan berde û ji bo jiyanek azad û demokratik bi kurdan de dest bi mûzakereyê bike.
Piştî axaftina Abdullah serpêhatiyên Mehmet Yaşar ku di sala 90'î de dibin çavande hate windakirin û piştre hate qetîlkirin, ji aliyê kurê wî Rênaz Yaşar ve hate xwendin. Çalakî bi 5 deqek çalakiya rûnîştiyê bi dawî bûn,
(ga-ho/rc)