Yekîtiya Star êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kir
13:54
JINHA
KOBANÊ - Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê di derbarê êrîşên derwleta Tirkiyê ser Rojava de daxuyanî da.
Li beramberî êrîşên Tirkiyê yên ser Rojava nerazîbûn zêde dibe. Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê di derbarê mijarê de daxuyanî da. Bi tevlîbûna gelek jinan, nûnerên saziyan û Dayîkên Aştiyê li Kobanê daxuyanî hat dayîn. Rêvebera Yekîtiya Star Xalîse Hac Ebdulqadir daxuyanî xwend û got: "Em ji bajarê şehîdan Kobanê êrîşên dewleta Tirk ên ser Kantona Efrînê û Bakurê Kurdistanê lanet û şermezar dikin. Bila Erdogan baş bizane ku wê bi van êrîşan têk biçe. Ji ber ku em li Kobanê bi vîna Arînan, Xemgînan, Zozan û Kendalan biserketin, ev serketina me li Katntona Efrînê û Bakurê Kurdistanê jî mîsogere."
Daxuyanî bi durûşmeyên ku berxwedan û têkoşîna YPG û YPJ'ê silav dike bi dawî bû.
(ze/hs)