Kongre bi coşa rizgarkirina Şedadê bi dawî bû
14:17
JINHA
RIMÊLAN -1. Kongreya Jinûve Damezirandina Tevgera Jinên Ciwan bi biryara azadiya Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan û biserxistina Şoreşa Kurdistanê bi encam bû. Navê tevgerê jinên ciwan bû Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC).
Kongreya Tevgera Jinên Ciwan li Rimêlan salona Çand û Huner a Aram Tîgran bi beşdariya 301 delege û hejmareke zêde mêvanan duh hate lidarxistin. Di Kongreyê de jinên Ciwan ji Kantonên Cizîrê û Kobanê, her wiha pêkhateyên Ereb, Suryan, Êzidyên Şengalê û nûnerên Rêxistina Yekîtiya Star, TEV-Dem, PYD, Partiya Çepê Kurdistanê, YPJ, Asayîşa Jinê, HPC û sazî û rêxistinên medenî amade bûn. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan ji seat 11'ê sibê heya 8'ê êvarê bi coş dewam kir. Bi biryardariyeke mezin peyama bilindkirina têkoşînê hate dayîn. Jinên Ciwan bi cilên gelêrî derbasî salona Kongreyê bûn. Ewlekariya Kongreyê piranî ji hêla jinên HPC (Hêzên Parastina Cewherî) hate girtin.
Salona kongreyê bi posterên şehîdên şoreşa azadiyê Arîn Mîrkan, Şîlan Baqî, Mezlûm Doxan, Xebat, Sakîne Cansiz û jinên ku di berxwedaniya Bakûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, her wiha posterên Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan hatibû xemilandin. Li kêleka Diruşmeya sereke ya Kongreyê ya 'Bi Berxwedana Jinên Ciwan Azadiya Rêber Apo û Şoreşa Kurdistanê Misoger Dibe' pankartên din jî bal kişandin; 'Agirê Şoreşa Rojava Berxwedana Xweseriya Demokratîk a Bakûr bilind dibe', 'Em ê bi Tola Şehîdên Cizîrê Dijmin Nehêlin li Axa Kurdistanê' û 'Berxwedana YPJ û YPS-Jin Rizgarkirina Rojhilata Navîn e' di salonê hatibûn daliqandin.
Di destpêka Kongreyê de ji bo têkoşerên şoreşa azadiyê rêz hate girtin. Paşê dîwana 5 kesî ya Kongreyê hate hilbijartin û axaftina vekirinê hate kirin. bi ser navê KJK'ê Rûşen Qamişlo axivî û lidarxistina Kongeraya Jinên Ciwan li tevahiya jinan pîroz kir û got, "Pirsgirêka Kurd û çareseriya wê bûye mijara Rojhilata Navîn jî. Ji ber Şoreşa Kurd bi vîn û nasnameya xwe wek lehiyekê li Rojhilata Navîn diherike. Ev encam jî ji bo jinan, ciwanan û gelan li Rojhilata Navîn çareseriyê tîne."
Rûşen destnîşan kir ku şoreşa bakûr gihaye astek bilind û wiha pêde çû, "Jinên Ciwan bi nasnameya YPS-Jin têdikoşin. Niha dilê Kurdan li Botanê, li Cizîrê lê dide û jinên Ciwan pêşengtiyê dikin. Jinên Ciwan pêşengtiyê ji kîjan civakê re bikin ew civak zindî û serketî dibe. Jinên ciwan ên rêxistinkirî temînata azadiya civakê ne. Kombûna li vir jî dîrokî ye. Xurtkirina rêxistina jinên ciwan xebateke girîng e. Sala 2016 dê bibe serketina şoreşa Kurdistan û azadiya Rêber Apo. Me bi ciwantî destpêkir em ê bi ciwantî bidawî bikin."
Lidarxistina kongreyê hate pîrozkirin
Li pey axaftina vekirinê tehlîlên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xwendin û rûniştina kongreyê bi axaftina mêvanan domiya. Di kongeryê de Fermandara YPJ'ê Nesrîn Ebdullah, Cîgira Serokê Desteya Ciwan û Werzişê ya Kobanê Şêrîn Osman, Cîgira Serokê desteya Ciwan û Werzişê ya Kantoan Cizîrê Hemrîn Elî, li ser navê Yekîtiya Star Medya Mehmûd, Hevseroka komîteya têkiliyên diplomasî ya TEV-DEM'ê Ayhan Murad, li ser navê Rêxistina Jinên PYD'ê Sebah Mihemed, jinên ciwan ên Partiya Çep a Kurdî Sûrî Helîme Osman, Koordînasyoana giştî ya jinên rêveberiya xweser Welîde Hesen, axivîn. Di tevahiya axaftinan de lidarxistina yekemîn kongreya jinên ciwan hate pîrozkirin. Paşê sînevîzyonek ku ji hêla Komîtya Ragihandina Jinên Ciwan ve hatibû amadekirin bi çepik û tîliliyên ciwanan re hate temaşekirin. Peyamên rêxistinan ji bo kongreyê hatin xwendin.
Rapora xebata salekê ya Tevgera Jinên Ciwan pêşkêşî Kongreyê hate kirin û rûniştina Kongreyê derbasî maddeya nîqaşkirina rewşa siyasî bû. Di nirxandinên siyasî de hate diyarkirin ku jinên ciwan li Rojava divê hîna bêtir ji pêşketinên siyasî re baldar bin. Herwiha di nav nirxandinan balkişandin ser komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê hate kirin û hate destnîşankirin ku ev komplo destpêkirina şerê Cîhanê yê Sêyem hedef dikir û ji wê demê ve mûdaxele li Rojhilata Navîn hatiye kirin. Di vê beşê de her wiha pêşketinên li Bakûrê Kurdistanê jî hate ziman û jinên ciwan piştgiriya xwe ji bo berxwedana Xweseriya Demokratîk û berxwedana Bakûr anîn ziman.
Kongreyê bandora modernîteyê li ser jinên ciwan girte dest
Piştî navberê Kongre bi nîqaşa rewşa rêxistinî dewam kir. Di vê beşê de jinên ciwan kêmasî û pirsgirêkên dema borî nirxandin. Mijara ku herî zêde hate nîqaşkirin bandora modernîteyê li ser jinên ciwan û her wiha kevneşopiya malbatê ku li pêşiyan birêxistinbûna jinên ciwan astengî çêdike, di kêleka vê de jî çawaniya têkoşînkirina jinên ciwan li dijî nêzîkatiyên şaş derkete pêş. Piştre panaromayek di derbarê xebatên giştî yên tevgera jinên ciwan hate temaşekirin.
Jina ciwan bi azadiyê re hevpeyman girê da
Bi dawîkirina vê maddeyê re jî, Hevpeymana Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê hate xwendin. Di hevpeymanê de feraset û felsefeya jina ciwan ji bo azadiya xwe û civakê bi şêweyeke berfireh hate destgirtin. Her wiha rêgez û esasên rêxistinê hate diyarkirin. Hevpeyman ji dengdanê re hate vekirin û bi giştî hate pejirandin. Li gor vê hevpeymanê navê rêxistinê wek Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) bi dengdayîna giştî ya delegeyan re hate pejirandin. Di beşa şêwazê rêxistinbûnê ya hevpeymanê de erk û awayê birêxistinkirina komîn û meclîsan, komîteyên siyasî, tendûrustî, amadeyî, ekolojî, parastina cewherî, aboriya komunal, çand û huner, perwerde û akademî, ragihandin, dîplomasî û werzîşê hate bidestgirtin.
Li pey erêkirina hevpeymanê biryarname (pêşnûme biryar) pêşkêş kongreyê hate kirin. Di pêşnûme biryaran de plansaziya Kongreyê ya salekê xal bi xal hate diyarkirin. Bi zêdekirina hin maddeyan re pêşnûme biryar hate erêkirin û rûniştina kongre ber bi hilbijartinê ve çû. Ji bo rêveberiya Kongreyê ji her kantonekê 3 endamên rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan bi giştî navên 9 kesan pêşkêşî kongreyê hatin kirin û bi dengdayîna giştî ev kes hatin pejirandin.
Kongre bi coşa rizgarkirina Şedadê bi dawî bû
Di dawiya kongreyê de axaftina girtinê ji hêla endama rêveberiya tevgera ciwanên Rojava Nûcan Ehmed ve hate kirin. Nûcan di destpêka axaftina xwe de mizgîniya rizgarkirina Şedadê da delegeyan, ev agahî ji hêla Kongreyê ve bi coşeke mezin û dûruşmeyên 'Bijî Berxwedan' hate pêşwazîkirin. Nûcan wiha axaftina xwe domand "Di demeke wiha dîrokî de lidarxistina Kongreyê moral dide me. Berxwedanî li Kurdistanê li her derê belav dibe. Biryarên li vir hatin girtin pîroz in û berpirsyariyeke mezin e. Em li şehîdan û Rêber Apo pîroz dikin. Em hêvî dikin ev kongre di xebatên jinên ciwan de bibe zemîneke xurt. Me berê jî xebatên jinên ciwan dimeşand lê di asta sîstemeke konfederal xwe birêxistin nekiribû. Li gor Sûriyeya Demokratîk Tevgera Jinên Ciwan jî pêkhateyên cur be cur di nav xwe de dihewîne."
Nûcan wiha bidawî kir, "Hêza vê kongreyê em ê bixînin pratîkê. Yekîtiya Jinên Ciwan soza têkoşîna jinê dubare dide û dê dest ji têkoşîna zayendî ber nede. Kongre li Rêber Apo, jinan pîroz be."
Delegeyan bi diruşmeyên 'Bijî Rêber Apo', Bê Serok Jiyan Nabe' kongre bidawî kirin û govendeke bicoş hate gerandin.
(en-gb/rc)