Jin barîkatan bi sitranên şoreşê çêdikin
09:23
JINHA
COLEMERG - Jinên Geverê li hember dorpêçên ser Kurdistanê li piş xendek û barîkatan jiyanê ji nû ve avadikin. Jin bi kevirên dadinin ser barîkatên rêveberiyên cewheriyên vîna gelê kurd banga; "Werin em bi hev re li axa xwe xwedî derkevein."
Bi dorpêç û qedexeyên derketina derve yên ser Kurdistanê berdewam dike re gelek komkujî hatin kirin. Li hember êrîşan Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) hat avakirin. Li navçeya Gevera Colemêrgê êrîşên hêzên dewletê her diçe zêde dibe û berdewam dike. Bi pêşengiya YPS-JIN jinan dest bi xebatên bihêzkirina barîkatan kirine. Jinên bi moral û hêvî di dema çêkirina barîkat û xendekan de sitiranên berxwedana gelê kurd vedibêjin dilorînin. Li taxên Cumhuriyet, Yeşildere û Esentepeyê jin ji bo bihêz kirina barîkatan ketine sefrerberiyê.
Jinên li hemberî êrîşên dewleta netew di berxwedanê denin dibêjin: "Ji bo parastina zarokên xwe em xendek û barîkatan çêdikin. Her roj hewildidin têkevin taxên me. Dema ku hewildidin nikarin têkevin taxên me, vê carê jî ji dur ve taxê topbaran dikin. Li Taxa Esentepeyê ciwanek qetilkirin. Êdî tehmûla me li hember qetilkirina zarokên me nemaye. Emê jî xendek û barîkatên xwe bihêz bikin."
G. R diyar kir ku divê di nava jinan de parkirina komûnê hebe û wiha domand: "Bê jinan şoreş nabe, ez bang li hemû jinan dikim ku li vê axê xwedî derkevin. Emê li hemberî hemû tindiya dewletê li axa xwe xwedî derkevin. Em li vêderê hatine dinê û mezin bûne. Em neçarin ji bo parastina vê axê li ber xwe bidin. Wekedinê emê li hember qetilkirinan bêdeng bimînin. Dema ku berxwedêr qetilkirin, êdî em deng derxînin jî ne ji bo tiştekê ye. Werin em bi hev re li axa xwe xwedî derkevin."
Jinên bi hêvî û moralek mezin barîkatan bihêz dikin diruşmên weke "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Geverê" bilind dikin. Di dema çêkirina barîkatan û dema navberdayînê de jin sitirana "Mervano" dibêjin.
(zt)