Jinên Nisêbînê: Tikes nikare me ji axa me derxîne

10:08

JINHA

MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê ku bi mehane di bin dorpêça hêzên dewletê de ye, li hemberê êrîşên hêzên dewletê berxwedan didome. Welatiyên Nisêbînê dan zanîn ku carek din ew axa xwe naterikînin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê gelê kurd bi mehane li hember êrîş û dorpêça hêzên dewletê berxwedan didomîne. Hikumeta AKP’ê di çarçevoya polîtîkayên xwe yên şer de bi çapemeniya şer dixwaze gel ji navçeyê bide koçberkirin. Gelê Nisêbîna ku di çarçevoya rêveberiya cewherî de jiyanê ji nû ve diafirîne li hemberî êrîşên hêzên dewletê koçber nebû, diyar kirin ku dê heta dawiyê li berxwe bidin.

‘Bila dewlet were’

Dayîka li hemberî hemû êrîşan mala xwe terk nake ya bi navê Fatma Denîz bertek nîşanî êrîş û polîtîkayên dewletê da û got; “Mal jî, kolan jî, ax jî yê me ye. Girtin jî be, kuştin jî be em dest ji axa xwe bernadin. Çi ji destê dewletê tê bila bike. Bila dewlet keremke were. Tu kes nikare me ji kolanên me û ji axa me derbêxe.”

Dayika Fatma bang li parêzvanên mafên mirovan û dewletên Ewropayî kir û wiha berdewam kir: “Çima bêdeng in? Zilm û zordariya Tirkiyeyê ya li ser gelê me pêk tîne bila binêrin. Li Cizîrê mirov di avahiyan û kolanan de şewitandin. Bêdeng nemînin. Yên bêdeng dimînin şîrîkê vî sûcî ne.”

‘Gelê Nisêbînê li malê xwe ne’

Dayika Emîne Delen jî balkîşand ser polîtîkayên dewletê yên koçber kirinê û wiha got: “Kes bila dilşa nebe, gelê Nisêbînê li mala xwe ye û kes ji vir neçûye. Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê em dê li berxwe bidin û ji bo axa xwe her tim têbikoşîn. Dewlet bi hinceta barîkatan êrîşî me dike. Xendek û barikat li hemberê êrîşên dewletê ji bo xwe parastinê hat danîn. Heger ne xendek û barîkat ban dewlet heya niha axa me talan kirî bû.”

Jina bi navê Sêvê Sakîn jî bertek nîşanê gotinên ‘YPS bi zordarî ketiye bajêr û barîkatan daniye’ da û got ku barîkat bi bi zorê nehatiye danîn û gel ji bo parastinê barîkat xwe bi xwe danî ye.

‘Êrîş bi tecrîtê ve girêdayî ye’

Narîn Ozdemîr jî destnîşan kir ku polîtîkayên şer yên dewletê û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hev ve girêdayî ye û wiha got: “Heger ku Rêber Apo azad ban, îro ev pirsgirêk çareser kirî bû. Yek daxwaza me ji dewletên ewropayî heye ku ji bo dawî kirina tecrîda li ser Rêber Apo û azad kirina wî hewl bidin.”

‘Rihê me ne ji yê zarokên me çêtire’

Narîn jî bi gotina “Çi bibe bila bibe em malên xwe naterikînin” da zanîn ku ew dê li hemberê êrîşên dewletê berxwe bide û axaftina xwe wiha domand: “Rihê me ne ji yê zarokên me çêtire. Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê jî em ê li kolana xwe û malên xwe bin. Em ê her tim şopdarê şehîdên xwe û gerîlayên xwe bin.”

‘Em çima malên xwe biterikînin?’

Dayika bi navê Feyziye Açilmiş jî anî ziman ku ew dê bi hêzên YPS’ê re heya dawiyê liberxwe bidin û wiha got: “Gelê Nisêbînê ji malên xwe naterikînin. Dibêjin tû kes di bajêr de ne maye, kî çûye? Em tû derê ve naçin. Em çima malên xwe biterikînin? Em ê bi zarokên xwe re heya dawiyê liberxwe bidin.”

(my-ozp/eb/zt)