Li Sûrê teqînên bihêz

10:13

JINHA

AMED - Li navçeya Sûrê dorpêç û êrîşên qirkirinê di roja 82'emîn de ye û li hemberî vê yekê jî Sûr berxwedanekî dîrokî nîşan da, ji navçeyê serê sibehê heta niha dengê teqînan tê.

Li navçeya Sûrê ya Amedê li hemberî êrîşên hêzên dewletê berxwedana gel ev 82 roj in berdewam dike. Li navçeya Sûrê li dijî taxên ku nêzî 200 sivîl û di nav de dergûşa 90 rojî jî hene êrîşên dijwar pêk tê. Ji ber êrîşan welatiyên ku li taxan asê mane agahî nayê girtin. Serê sibehê li dijî taxan êrîşên ku dest pê kir berdewam dike. Li navçeyê dengê teqînan tê.

Li gelek deverên bajar dengê êrîşên ser navçeya Surê tên bihîstin.

(zt)