'Em jî dibêjin bila zarok nemirin'

11:03

JINHA

AMED - Jinên alîgirê werzîşê diyar kirin ku li hember êrîşên nijadperest ên ser Amespor ê dê bêdeng nemînin û gotin: "Em weke jin li gel taxima xweyîn. Emê li hemberî hemû êrîşan li gel wan bin."

Jinên alîgirê sporê diyar kirin ku ewê li hemberî cezayê dayîn Amedsporê bêdeng nemînin û her dem piştevaniyê bikin. Ji bo Amedspor a ku kêmek mayî ji finala Ziraat Turkiye Kupasi re hatî cezakirin, jinên alîgirên sporê piştevaniya xwe anîn ziman.

'Ji ber ku em koma Rojhilatin tahamula we ji serkeftina me re nîne'

Dilara Karadenîz diyar kir ku ew ji Amedspor gelek hezdike û wiha berdewam kir: "Ez ceza û êrîşên li ser Amedsporê şermêzar dikim. Di deplasmane de em rastî tevgerên ne xweş tên. Ji bo ku em Tîma aliyê Kurdistanê serkeftine me qabulnakin. Ji loma qedexeya piştvanî didin Tîma Amedsorê û ceza dikin. Ez wek ciwanek gelek ji Amedsporê hezdikim. Bi van êrîşan dixwazin Amedsporê li ber çavê ciwanan şerkin lê ticar hezkirina me ya ji bo hember Amedsporê kêm nabe. Gerek federasyon û hembervan başbin."

Em jî dubare dikin: 'Bila zarok nemirin'

Dîlara cezayê ji Amedsporê re hartiye dayîn jî wiha nirxan: "Amedspor bi panqarta 'Bila zarok nemirin werin gogê bilîzin' rakirin hatin cezakirin. Êdî ji vê re jî tahumula wan nebû. Amedspor herdem li sahaya topê bi dil dilîze. Em wek jin emê piştgiriyê bidin Tima xwe ya Amedsporê. Hertim emê gotina xwe ya bila zarok nemirin bînin ziman û em ticar ji wan natirsin."

'Wê jin û zarok hertim li tribûnê lîstika xwe berdewam bikin'

Ciwana bi nave Eîf Kayaalp jî di derbarê êrîşên ser Amedsporê de wiha axivî: "Gerek herkes piştgirî bidin Amedêsporê. Ew ji bo me girînge ji bo ku Tîma bajarê meye hezkirina me hîn bêhtir dibe. Amedspor navê xwe bi serkeftinê belav kir. Divê jin, zarok û ciwan piştgirî bidin Amedsporê. Heya îro min lîstika wan a gogê derbasnakiriye û hertim temaşe dikim. Di derbarê lîstikvanan de ceza hat birîn û ev bê mafiyek mezine. Dê jin û zarok li trubûna bin. Eger qadaxe jî bê emê li dervî sahaya gogê piştgirî bidin."

'Em wek jinên alîtirê sporê piştevaniya Amedsporê dikin'

Bêrîvan Îlkaya jî di derbarê Amedspor a ku lê ceza hat birîn de wiha got: "Em ticar vê bê mafiê qabûl nakin. Min femnakir ji ber ku paqarta; 'Bila zarok nemirin bila bi gogê bilîzîn' ceza li Amedsporê hat birîn. Lê çiqas ceza bibirin jî Amedsporê wê hîn bi hêztir bibe. Wek jin emê hertim li pişt Amedspora xwe bin."

(dt/zt)