‘Dılşah ji ber kenê xwe yê bêdeng hat gulebarankirin’

11:33

Zehra Dogan/JINHA

MÊRDÎN – Xwişka Gulşah Ak a ku di 20 sibatê de ji guleyên ku ji maşîneya zirxî hat barandin jiyana xwe ji dest da, Hafîfe Yildirim da zanîn ku piştî avakirinên rêveberiya cewherî baweriya xwişka wê zêdetir bûye û got, “Ew jî wek kurdên din ji erdnîgariya xwe pir hez dikir. Bedela hezkirina vê axê mirine, xwişka min jî bedela vê yekê da. Wê ji hêvî û kena wê ya xwişik gulebaran kirin.”

Gulşah Ak ku temenê wê 50 salî bû li ber derê xwişka xwe ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê bu guleya polîsan hat qetilkirin. Keça wê Sevgî Ak jî ku di dima bûyerê de hat birîndarkirin wê rakiribûn nexweşxaneyê û piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hat derxistin. Xwişxa yê Hafîfe Yildirim da zanîn ku xwişka wê ji guleyên ku ji maşîneya zirxî hatin berdan hat qetilkirin û wiha got: “Niha jî dixwazin ji bûyerê re qilif bibînin. Ez şahidê qetlîamê me, min bi çavên xwe dît, dewlet xwişka min qetil kir.”

‘Zarok ji ber dengên maşîneyên zirxî ranakevin’

Hafîfe anî ziman ku gulşah ji bo bê serdana wê tevî keça xwe ji mala xwe ya li Yenîturanê derketiye û wiha dom kir: “Xwişka min berê bi dehan caran hat mala min. Tîmên taybet ji xwe her roj wê didîtin. Wê rojê jî ji bo dîsa bê serdana min ji mala xwe derketibû. Li derî da di wê kêliyê de min çawa derî vekir gulebaran dest pê kir. Xwişka min li ber çavên min qetil kirin.” Xwîna Gulşah hêjî li ber derê xwişka xwe ye û nehatiye şûştin. Hafîfe anî ziman ku wekî her welatiyên Nisêbînê xwişka wê jî bi axa xwe ve girêdayî bû. Alfîfe da zanîn ku ew her roj ku ji deriyê mala xwe derdikeve derva, wekî ku rastî îşkenceyek mezin tê xwe hîs dike.

Ji salên 90’î û heta niha yek ji malbatên ku li dijî zilma dewletê serî netewandiye malbata Gulşah e. Windabûna herî dawî jî Gulşah bû. Li Nisêbînê ku Hîzbûlkontra û dewlet lekeye kreş li wê derê hîştine, wekî her malbat wan jî rêya berxwedanê hilbijartiye. Ji malbata Gulşah 15 kes di rêya tevgera azadiyê de şehîd ketiye. Ji ber ku pirsgirêkên tendûrstiyê yê hevjiya Gulşah hebûye, Gulşah bi tena serê xwe 6 zarokên xwe xwedî kiriye. Jiyana Gulşah di dema destên keça xwe ya bi ger girtibû û ji kena xwe ya bêden hat gulebarankirin û ber bi dawîbûnê ve çû."

(go)