Di Şoreşa Rojava de giringiya zimanê dayîkê
12:29
JINHA
QAMIŞLO - Bi munasebeta Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewiya Mamoste û xebatkarên saziyên perwerdeyê yên Rojava wiha axivîn; "Li Rojava zarok di gava yekemîn de fêrî zimanê xwe yê dayîkê dibe, gava duyemîn fêrî zimanê gelên cîran dibe û di gava sêyem de jî fêrî zimanê gelên cîhanê dibe. Yanî bi vî awayî destpêkê xwe nas dike, paşê cîranê xwe, li pey de jî gelên cîhanê nas dike."
Di sala 2000'an de 21'ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî tê naskirin. Saziya UNESCO di civîna mijadar sala 1999'an de bi armanca pêşketina pir-zimanî û pir-çandiyan vê ev roj weke Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî nîşan da. Li Rojavayê Kurdistanê beriya şoreşê pergala netew-dewletê ya yek ziman hakim bû, çand û nasnameya cuda nedihate nasîn. Lê şoreşa Rojava xwe siparte pir-rengî û pir-çandiyê û sîstema ku hate avakirin jî li ser vê bingehê da rûnişkandin. Endamên saziyên perwerdeyê wate û girîngiya zimanê dayîkê di şoreşa Rojava de ji ajansa me re nirxandin. Endama Akademiya Ziman, Wêje û Dîroka Kurdî Zozan Cizîrê di serî de ev roj li tevahiya dayîk, mamoste û gelan pîroz kir û da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşxistina zimanê dayîkê xebateke berfireh tê meşandin.
'Em nifşê nû bi zimanê dayîka xwe mezin dikin'
Zozan giringiya ziman di şoreşa Rojava de wiha anî ziman: "Di pêvejoya şoreşê de me zimanê dayîkê xiste bernameya perwerdeyê û li ser vê destketiyên baş derketin pêş. Em di vê wateyê de dixwazin civaka xwe bi ramaneke demokratîk, azad û wekhev birêxistin bikin. Nifşê xwe yê nû li ser vê bingehê mezin bikin."
Zozan pergala Netew-dewletan a ser ziman xwe dide avakirin jî nirxand û bandora wê li ser pergala perwerdeyê jî wiha nirxand: "Di netew-dewletan de xeta perwerdeya yek ziman, yek al, yek nasname û yek bawerî tê meşandin û zarokan di yek navendê de kom dikin û wan dikin yên xwe. Ji bo Rojava bi awayeke rast bibe şoreşa azadî, demokrasî û ya gelan divê perwerdeya wê jî wiha be. Ev şoreş şoreşa mirovahiyê ye, berê wê li civakêye. Ev şoreş rêya azadî, perwerde, pêşxistina zanistî re rê vedike. Zarok di gava yekemîn de fêrî zimanê xwe yê dayîkê dibe, gava duyemîn fêrî zimanê gelên cîran dibe û di gava sêyem de jî fêrî zimanê gelên cîhanê dibe. Yanî bi vî awayî destpêkê xwe nas dike, paşê cîranê xwe, li pey de jî gelên cîhanê nas dike."
'Di pêşdibistanê de zarok ji 5 saliyê dest bi perwerdê dike'
Cîgira Seroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Semîra Hac Elî jî wiha qala xebatên xwe yên ziman di şoreşa Rojava de kir: "Cejna Navnetewî ya Zimanê Dayîkê li hemû gelan pîroz be. Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibin sîwana Rêveberiya Xweser de saz bûye, perwerdeya pir-zimanî esas digire. Ji bo Kurd, Ereb û Suryan bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibînin xebat tê meşandin. Ji bo perwerdeyên pir-zimanî heya radeyekê xebat hatibe meşandin jî bi giştî hîna negihîştine asta tê xwestin, lê belê bi taybet ji bo zimanê Kurdî materyalên nû yên pergala Xweseriya Demokratîk bi piranî amade bûne. Ji bo zimanê Erebî û Suryanî jî xebat têne meşandin. Feraseta sereke ewe ku tev gel bikaribin xwe û çanda xwe binasin, biparêzin û bijîn. Ev pêkanîna zagonên mafên mirovan e. Niha di asta seretayî de heya refa 3'emîn perwerde bi zimanên dayîkê tê dayîn. Wek din ji refa 4'an û pêve zimanên din ên herêmê û zimanên cîhanê têne dayîn. Ji bilî dibistanan pêşdibistana me jî heye ku zarok ji 5 saliyê de destpê dikin."
'Sala bê emê heya refa 12'an bikin Kurdî'
Endma rêveberiya Akademiya Ş. Viyan Amara Mamosta Ferzê Mela Xelîl 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî li herkesê pîroz kir û got: "Bi saya şoreşê dibistanên zimanê Kurdî vebûn. Me berê nedikarî di dibistanê de bi Kurdî biaxivin, lê piştî şoreşê em bi rengekî fermî zimanê xwe dixwînin. Niha asta perwerdeya li Kantona Kobanê hîna pêşdetir e. Ji refa yekem heya 6'an zarok bi Kurdî dixwînin. Sala bê emê heya refa 12'an bikin Kurdî."
Ferzê rola û giringiya jinan di ziman de jî wiha rave kir: "Her tişta di civakê de jinê avakiriye. Bi taybet ziman berhemeke dayîkê ye. Ji xwe dema ziman tê gotin dayik tê bîra mirov. Yên ku zimanê xwe nas nekin, ji civak, dîrok û çanda xwe biyanî dimînin. Ji bo wê divê herkes ji bo pêşxistina zimanê xwe yê dayîkê seferber bibe."
(en/hs/rê/zt)