Ji bo girtiya Baskê taleba azadiyê

12:36

JINHA

RENNES - Jina bi navê Lorentxa Guimonin bi hîceta ku endama rexistinê ye hat girtin. Bi hezaran Baskî û Fransîzî ji bo azadiya Lorentxa çalakî li darxistin.

Lorentxa Guimonin bi hînceta endama ETA yê ye di sala 2003'an de bi 20 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin. Lorentxa di salên derbasbûyî de bi nexweşiya Crohn ket. Dadê serbestbûna bi şert da Lorentxa lê hîn jî li girtîgihê tê girtin.

Bi hezaran Basklî û Fransizî li Paytexta Herêma Bretomya Rennes ê cihê hilbijartinên herêmî çalakî li darxistin û teleba berdana Lorentxa kirin. Di çalakiyê de bi qasî 500 kesî amede bûn. Bi zimanê Bretonca, Baskça, Fransizî ji bo girtiya Baskî teleba berdana Lorentxa kirin û xwestin ew bê mafîtî bi dawî bibe.

(dt/zt)