Bi peşêngiya jinan meşa li Cerattepe destpêkir
12:59
JINHA
ARTVÎN - Li Artvînê li ber konê çalakvanan bi belgeyê "Ev înşaat ne bi qanûn" bi pêşengiya jinan berbi Cerattepe ve dest bi meşê kirin. Jinan banga bila Waliyê Artvîne îstîfa bike kirin.
Duh walatiyên ku ji bajarên cuda ketin rê lê di ketina Artvînê de ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Îro ji bo ku herin Artvînê welatiyan riyên cuda ceribandin. Jinan li hev kombûn û civîn çêkirin. Piştî civînê jin berbi Muduryeta Daristanan a Herêmê ve bi belgeya "Ev înşaat ne bi qanûnan" meşiyan. Jinan peywira meşê girtin ser milê xwe. Îro bi hezaran berxwedêr li ber konê berxwedanê kom bûn û li caddeya Halkevî bi pêşangiya jinan berbi Cerattepe ve dest bi meşê kirin.
Jin li ber Welîtiyê kombûn. Jinan xwestin ku Walîyê Artvînê Kemal Cirît îstîfa bike. Polîsan bi wesayîtên zirxî û TOMA yan rê girtin.
(dt/zt)