Li İsveçê 'Komuna Jinan a Warşîn' hat avakirin

13:13

JINHA

GAVLE - Jinên Kurd dibiniya Meclisa Jinên Kurd a Demokratîk de bi awayê komisyon tekoşîn bilind kirin û li Gavlebargê Komuna Jinan a Warşîn avakirin. Jinan YPS-JIN a ku li Bakurê Kurdistanê berxwedanê dide silavkirin û soza bilindkirina tekoşînê dan.

Li bajarê Galve yê Herêma Dalana ya İsveçê Jinên Kurd dibiniya Meclisa Jinên Kurd a Demokratîk de bi awayê komisyon tekoşîn bilind kirin û li Gavlebargê Komuna Jinan a Warşîn avakirin. Di çalakiya avakirina komûnê de gelek jin amadebûn. Di çalakiyê de şehîdên berxwedana rêveberiyên cewheriyên Bakurê Kurdistanê hatin silavakirin. Jinan di çalakiyê de YPS-JIN silav kirin.

Jinan soza bilindkirina tekoşînê dan

Di kombûnê de jinan, cangoriyên berxwdana xwerêveberiyê ya Bakurê Kurdistanê bibîr anîn, berxwedana li Bakur a bi pêşengiya YPS Jin û şervanên YPG/YPJ ên li Rojavayê Kurdistanê tevî bomberdûmana dewleta Tirk jî çeperên nû bi dest dixin, silav kirin. Di civînê de, li û xwendina rapora xebatê ya li ser karê sala dawî, jinên beşdar giranî dan ser girîngiya rêxistinbûyînê. Hat ragihandin, ku rêxistinbûyîna komunê, tevî zane û bi vînkirina jinan wê têkoşîna li hemberî zext, şîdet û qirkirina jinan têkoşînê xurttir bike.

Di encama nîqaş û pêşniyarên ahtin kirin de Komuna Jinê ya Warşîn a Gavleborgê xwe bi 5 komîsyonên Komîsyona Rêxistinî û Têkiliyên bi Gel re, Komîsyona Têkiliyên Derve, Komîsyona Rojava, Komîsyona Perwerdeyê û Komîsyona Jinên Ciwan bi rêxistin kir. Amblema komunê jî ji aliyê jinan ve hat diyarkirin.

Ji bo berdevkiya komunê jî Evîn Tak, Halîme Aldûr û Sîbel Tokat hatin hilbijartin. Kongre bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

(zt)