Li Artvinê êrîşa polîsan: Gelek birîndar hene

14:30

JINHA

ARTVİN - Polîsên êrîşî welatiyên hatin ber Nexweşxana Dewletê ya Artvinê kirin, jinên pêşengiya meşê dikirin li erdê xistin û darb kirin. Polîsên derdora goristanê girtin, her devera bajêr xistin bin dumana bombeyên gazê de û guleyên plastîk ser welatiyan barandin. Gelek birîndar hene.

Bi hezaran welatiyên li ber konê berxwedanê yê li Artvinê hatî vedan bi belgeya "Ev înşihat ne zagoniye" bi pêşengiya jinan ber bi Cerattepe ve dest bi meşê kirin. Dema ku welatî li ber derê Nexweşxana Dewletê ya Artvinê kombûn rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan jinên pêşengiya meşê dikirin li erdê dirêj kirin û darb kirin. Polîsan derdora goristanê girtin, her devera bajêr dibin duyê bombeyên gazê de hêlan û ser welatiyan guleyên plastîk barandin.

Ji ber bombeyên gazê Endama Rêxistina HDP'a Enqerê Zeyno Bayramoglu ji lingê xwe birîndarbû, Edîtora Kadinlarin Postasi ji serê xwe birîndarbû. Nûçegihana JINHA yê Habibe Eren jî li erdê ket. Ji ber êrîşan gelek welatiyan qirîza astimê derbaskirin. Gelek birîndar hene.

Ji ber êrîşên polîsan ên nava malan û baxçeyan, li ber nexweşxanê û nava kolanan êrîş berdewam dikin.

(zt)