Polîsan êrîşî daxuyaniya KURDÎ-DER'a Geverê kir
14:44
JINHA
COLEMÊRG - Şaxa KURDÎ-DER'a Geverê biminasebeta Roja Cejna Zimanê Zikmakî ya Cihanê daxuyanî da çapemeniyê. Polîsan êrîşî daxuyaniyê kir û girseyê bersiv dan êrîşan.
Şaxa KURDÎ-DER'a Navçeya Gevera Colemêrgê biminasebeta Roja Cejna Zimanê Zikmakî ya Cihanê daxuyanî da çapeniyê. Daxuyanî li Serdûriya Girtigeha berê hat xwendin. Aktîfistên KJA'ê yên Geverê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, Şaxa Egîtîm-Sena Geverê, Parlemterê Colemêrgê Nîhat Akdogan, Adem Geverî, Hevşaredara Geverê Adîle Kozan û gelek welatî tevlî daxuyaniyêbûn. Di daxuyaniyê de pankatên li ser nivîsên "Em ne mecbûrîn bizimanê tirkî biaxivin" û "Em ê bihêza xwe zimanê kurdî bi kin zimanê perwerdehiyê" vekirin û dovîzên wek "Em zimanê xwe dixwazin", "Ez zimanê xwe dixwazim biaxivîm" û "Jiyana min bizimanê tirkî tarînekin" hate hildan. Daxuyanî ji aliye Rêveberê Şaxa KURDÎ-DER'a Geverê Dogan Engîder ve hate xwedin. Dogan diyar kir ku di sadsala 21'an de li ser çand, ziman û dîroka gelê kurdî bipolîtîkayên qirkirinê tune dike. Dogan da xwaz kir ku bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zarokên kurdan di dibistanan de bizimanê xwe perwerde bibinin.
Piştî axaftina Dogan Parlementer Nîhat Akdogan axivî û diyar kir bi tu awayî tehamûla dewletê li hemberî zimanê kurdî tune û dewlet bi êrîşê zimanê kurdî dike.
Piştî axaftinan polîsan bibombeyên gazê êrîşê girseyê kirin.
(ga-ho/zt)