Di çalakiya bîranîna Sultan Irmak de polîsan êrîş kirin

15:30

JINHA

STENBOL - Polîsan êrîşî çalakiya bîranîna Sultan lrmaka ku di jerzêmîna Cizîrê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatî qetilkirin kirin.

Jinên KJA'ê ji bo Sultan Irmaka ku di jerzêmîna Cizîrê hatî qatilkirin hatin cem hev. Jinên KJA'ê û malbata Sultan Irmak xwestin li ber bînaya HDP'a Baxcilarê daxwiyanî bidin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi ava şid û gaza îsotê mudaxalêyî jinên KJA û malbatê kirin. Êrîşa polîsan di navberan taxan de jî berdewam kir. Hat zanîn ku polîsan gelek kes girtin binçavan û wesayîtên zirxî li ber bînaya HDP'ê rawestiyane.

(dt/zt)