'Dewleta cenazeyan dişewitîne êrîşî ziman dike'

15:36

JINHA

MÊRDÎN – Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê Mukaddes Akin di daxuyaniya bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dayî de anî ziman ku dewlet çawa cenazeyên kurdan dişewitîne wisa êrîşî dibistanên bi kurdî perwerdehiyê didin jî dike.

Li navçeya Nisêbînê şaxên KURDÎ-DER’ê û Egîtîm Senê ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li ber Parqa Aştiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Emê tekoşîna xwe geş bikin û dest dirêjiya li ser ziman ji holê rakin” hate vekirin û diruşmên “Ziman nasnameya mirov e” hat berzkirin. Hevseroka Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Nisêbînê Mukaddes Akin daxuyanî xwand û anî ziman ku ev roj wekî “Roja tevgera zimanê zikmakî” jî tê zanîn û got ku di heman demê de ji bo xwendekarên ji aliyê polîsên Bangladeşî ve hatî qetilkirin rojek reş jî tê qebûlkirin.

'Ên cenazeyan dişewitînin êrîşî ziman jî dikin'

Mukaddes diyar kir ku dewleta êrîşê wan dike û cenazeyên wan dişewitêne, heman êrîş û zordestî li ser dibistanên ku perwerdeya zimanê dayikê lê tê dayîn jî dimeşîne û axivî: “Cardin dewleta ku qala biratiyê dike xwedî biratî û rastiya serdestan tû caran bawer nakin. Em doza mafê azadiya xwe ya ku nêzî sed sal e we li me heram kiriye dikin û hêza me ya pêşketinê heye. Îro tewahî cîhan hêza kurdan û azadîxwazên Rojhilatanavîn temaşe dike.”

Piştî daxuyaniyê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Nisêbînê Kadrî Baysal jî tirkî daxuyanî xwend. Daxuyanî bi diruşmeya “Ziman hebûn e” dawî bû.

(ozp/eb/zt)