Walîtiya Mêrdînê înfaz qebûl kir

15:38

JINHA

MÊRDÎN – Walîtiya Mêrdînê tekîldarî qetilkirina jina bi navê Gulşah Ak de daxuyaniye da û qebûl kir ku Gulşah di encama gulebarana wesayîta zirxî de hatiye qetilkirin. Lê walîtiyê îdîa kir ku wesayîtê bi xwe ji ber erizayê gule reşandin.

Li navçeya Nisêbînê di encama gulebarana hêzên dewletê de, di 19’ê Sibatê de jina bi navê Gulşah Ak hatibû qetilkirin û keça wê Sevgî Ak jî birîndar bibû. Walîtiya Mêrdînê 3 roj piştî înfazê îro daxuyaniyek têkildarî qetilkirina Gulşah de weşand. Walitiyê di daxuyaniyê de bi awayek vekirî înfaza Gulşah girte ser xwe.

'Wesayîta zirhî bi xwe gule barandin'

Daxuyaniya Walîtiyê ya ku înfazê qebûl dike wiha ye: “Li navçeya Nisêbînê wesayîta ku li herema DSÎ’yê ji bo ewlehiyê hatiye bi cîh kirin de di encama pirsgirîka teknîkî de mekanizmaya gulebaranê bi xwe xebitiye û gule hatine rewandin. Di encama pirsgirîka teknîkî de welatiyekê jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye. Dermankirina welatiyê birîndar hê jî didome.”

Walîtî sersaxî ji bo malbata jina ku hatî înfaz kirin xwest û ragihand ku tekîldarî buyerê de lêpirsîn hatiye vekirin.

(ozp/eb/zt)