Roja Zimanê Dayikê li Colemêrgê hat pîroz kirin
16:02
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê bi pêşengiya KURDÎ-DER'ê bi boneya 21'ê Sibat Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê daxuyanî hat dayîn.
Şaxa KURDİ-DER Colemêrgê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmaki yê Cihanê li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê daxuyani da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokên KURDÎ-DER'ê Neslihan Kaynak Metin Kaçmaz û Hevşaredera Colemêrgê Fatma Yildiz û gelek welatî tevlî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmaki yê Cîhanê pîroz be" hat vekirin her wiha dovizên "Bê ziman jiyan nabe" û "Ziman rûmeta me ye" hatin daliqandin.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka KURDÎ-DER'ê Neslihan Kaynak ve hat xwend. Neslihan balkişand ser şêrîşên ser ziman û wiha got: "Pêkaninên Dewleta Tirkiyê û Hikumeta AKP'ê yên inkar û tûnekirinê, ku di sedsala 21'emin de li ser Çand, Ziman, Baweri, Dîrok û Hebûna gelê kurd û hemû gelên Tirkiyê dijin pêk tîne deşifre bikin. Emê heya azadiya çand û zimanê gelan tekoşînê bilind bikin. 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê li gelê Kurd, gelên Rojhilata Navin û hemû gelan piroz be."
Pişti daxuyaniyê bernama ya KURDÎ-DER'ê bi sinevizyon û jiyana wêjevanên Kurd li Çand û Hûnera Feqiyê Teyran berdewam kir.
(zyd/zt)