Fatma Demîr li ser gora xwe hat bîranîn
16:57
JINHA
MÊRDÎN - Fatma Demîr a li navçeya Cizîrê li jêrzemîna hovîtiyê hate qetilkirin li ser gora xwe ya li taxa Dêrteyar a Stewrê hate bibîranîn.
Ji bo Fatma Demîr a ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li jêrzemîna avahiya ku asê man hate qetilkirin li li taxa Dêrteyar a Stewrê ya Mêrdînê mewlûd hate dayîn. Jinên ku li ber mala şînê kom bûn wêneyê Fatma hilgirtin û bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" "Şehîd namirin" ve heta gora wê meşiyan. Jinên ku hatin goristanê laçika sor li ser kevirê gora wê girêdan. Li vin axaftin hate kirin. Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Selahattîn Onder axivî û got ku dewlet teslîmiyetê ferz dike lê ew ê tu caran qebûl nekin.
Piştî axaftinan derbasî malê bûn mewlud hate dayîn.
(zt)