Hişmendiya bedena jinan tehşîr dike li Surê ye
16:57
JINHA
AMED - Feraseta ku cenazeyên jinên ku qetil kirin beriya demeke niha Mûş û Cizîrê bi awayeke tazî teşhîr kirin vê carê jî li Sûrê xwe da der. Cenazeyê Cahîde Ozturk a ku duh li Sûrê hate qetilkirin bedena wê hate tazîkirin û li ser hesabê medyaya civakî ya JÎTEM'ê hate teşhîrkirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê êrîşên hêzên dewletê kete roja 82'yemîn. Di êrîşên duh de cenazeyê 2 kesên ku yek jine hatine qetilkirin ji hesabê JÎTEM'ê hate weşandin û teşhîrkirin. Di wêneyan de tê dîtin îşkenceyên hovane li cenazeyan hatiye kirin. Nasnameya ku ber serê jinê hatiye danîn jî aydî Cadîde Ozturk a di 1995'an de li Nisêbînê ji dayik bûye ye.
Berê jî heman feresata ku bedena jinan teşhîr dike li navçeya Gimgimê ya Mûşê û Cizîrê xwe dabû der vê carê jî li Sûrê xwe nîşan da.
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû di medyaya civakî de hatibû teşhîrkirin. Rojên borî jî li navçeya Cizîrê ku êrîşên qirkirinê berdewam dike bedana jineke ji aliyê heman ferasetê ve hatibû teşhîrkirin.
(zt)