Ji bo Elif Su ya di nava Surê de asê mayî serî li AİHM'ê dan

16:59

JINHA

AMED - Şaxa MHD'ê ya Amedê ji bo Senîha Surer, Seda Aslan û dergûşa wê ya 4 mehî Elîf Su yên li navçeya Sûrê di bin xetereya qatlîamê de ne ji bo biryara tedbîrê bê girtin serî li DMME'yê dan.

Li navçeya Sûrê ya Amedê dorpêç û êrîş kete roja 82'emîn. Li navçeyê nêzî 200 kesên di nav de zarok, extiyar û birîndar jî hene di bin xetereya qatlîamê de ne. Ji bo Senîha Surer Seda Aslan û derguşa wê ya 4 mehî Elîf Su ku li heman cihê asê mane ji bo biryara tedbîrê bê girtin serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.

Bi helwdana MHD'ê hevserê Senîha Surer, Mehmet Kartay serlêdan kir.

(zt)