1'emîn Konferansa YPJ-Şengal hat lidarxistin
17:00
JINHA
ŞENGAL - 1'emîn Konferansa YPJ-Şengal a ku bi beşdariya 115 delegeyan hat lidarxistin. Endama Konseya Rêveberiya KCK'ê Sozdar Avesta bi telefonê beşdarî konferansê bû, balkişand ser êrîşên ser Bakurê Kurdistanê berdewam dikin û got: "Me li Bakurê Kurdistanê despêkir û emê bi deskeftiyek mezin jî bi serkevin."
Li Çiyayê Şengalê Yekineyên Parastina Jin a Şengal (YPJ-Şengal) di 12-13'ê Sibatê de 1'emîn Konferansa xwe lidarxistin. Di serî de jinên ciwan ên YPJ-Şengal û YJA-Star bi giştî 115 delege tevlî konferansê bûn. Konferans atfî Bêrîvan Şengal û Bêrîvan Arîn ên li Şengalê di tekoşîna li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe jidest dayîn û yên di berxwedana Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe jidest dayî hat kirin. Rojeva sereke ya konferansê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. Piştî hilbijartina dîwanê rojevên konferansê hatin diyarkirin. Bi rêya telefonê Endama Konseya Rêveberiya KCK'ê Sozdar Avesta bi rêya telefonê beşdarî konferansê bû. Sozdar di serî de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, yên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe jidestdane, di kesayeta jinên Cizîra Botanê yên pêşengiya serhildanê dikin hemû gelê kurd silav kir. Sozdar destnîşan kir ku di pêvajoyek a êrîş giran de lidarxistina konferansa YPJ-Şengal gelek giringe.
'Gelê kurd nirxê vê axa pîroze'
Sozdar wiha berdewam kir; "Çiyayên Şengalê yê warê Derweş û Edûle ye ji gavake din a dîrokî re şahidî kir. Ev warê ku bûye cihe şerê evîn, cesaret û destana qehremaniyê afirandiyê ji afirandina destaneke qehremaniyê a nû re şahidiyê dike. Jinên Êzîdî ku li hemberî rûyê reş yê DAIŞ'ê ji bo ronahiya azadî û baweriyê şer dikin. Di ronahiya rojê de xwe piroz dikin û têdikoşin. Vî şerî ji her demê zêdetir bi rêxistinkirî, zanistî, îddîa û baweriyek xurttir dikin…
Gelê Êzîdî ku ev bi hezaran salin girêdayî civakbûna xwe ya azad û baweriya xwe dijîn. Li hemberî hemû êrîşan ji baweriyên xwe tawiz neda. Ji ber vê yekê jî rastî fermaneke din a herî giran a sedsalê hat."
'Em weke jin êdî ji çarenûsa hatî diyarkirin re dibêjin bese'
Sozdar êrîşên çeteyên DAİŞ'ê yên ser Rojhilata Navîn de jî wiha nirxand; "Ji aliyê hêzên navnetewi ve li dijî gelên Rojhilata Navîn yên xwedî civakbûna azad û cudahiyan hatiye bikaranîn, hewldan komkujiyeke mezin bikin, lê belê Şervanên têkoşîna azadiyê yên Kurdistanê peşi li vê girtin. Bi têkoşîna ku hêzên HPG û YJA-STAR'ê li çiyayên Şengalê meşandin, çeteyên DAIŞ'ê têk çûn û hezimeteke mezin jiyan. Em jî weke xelkê Êzîdî û jinênên Êzîdî di vê pêvajoya têkoşînê de bi pêdiviya parastinê û zanistiya vê hatin cem hev û me xwe bi rêxistin kir. Ji ber ku li hemberi van êrîşên paşverû avakirina artêşeke gel û bi vê yekê pêşîgirtina komkujiyan ji bo civaka me pêwistiyek bû.
Hêzên me yên parastina jin di vê pêvajoyê de bi navê YPJ-Şengal'ê rêxistinbûna xwe bi hêz kir û xwe gihand asteke mezin. Di van xakan de ku jin bê parastin û bê hêz hatiye hiştin, berdela şer û artêşên mêran jin bi awayekî herî giran dide, eşên herî giran jî jin dikşînin. Em weke jin êdî ji vê çarenûsê re dibêjîn êdî bese. Em bi ti awayî van pêkanînên revandin, firotin, kuştin, şiddet û heqaretên ser jinan qebûl nakin. Em qebûl nakin ku di bin polîtikayên serdestiya mêr û zextên kevneşopiyan de jiyana me were tinekirin. Em li dijî rolên ku ji me re hatiye danîn, li dijî koletî, desthilatdariya mêran serî hildidin. Ji ber vê yekê ji bo azadî û edaleta ku cewhera baweriya Êzdayetiyê em xwe bi rêxistin dikin."
Sozdar wiha qala xebatên YPJ-Şengal jî kir; "Weke YPJ-ŞENGAL'ê li van xakên ku şerekî giran rû dide ji bo em xwe biparêzin me çek hilgirt, xwe bi rêxistin kir û di konferansa me ya yekemîn de me pevajoya sala derbasbûyî, asta rêxistinî ku em gihajtine me nirxand û plansaziya xwe ya dema pêş me diyar kir. Di konferansa me de ku di heman demê de rastî salvegera komploya navnetewî a 15'ê Sibatê hat me têkoşîna Rêber APO a ji bo Şengal û jinên Êzîdî daye meşandin anî ziman, komploya navnetewî şermezar kir û Rêber Apo silav kir. Konferansa me berxwedanên parastina cewherî a li Bakurê Kurdistanê û jinên berxwedêr yên li dijî faşizma dewleta Tirk têkoşîneke bê hempa didin û teslîm nabin silav kir û ilan kir ku bi her awayî ji bo piştgiriyê amade ye. Her weha konferansa me destnîşan kir ku êdî têkoşîna li hemû aliyê welat tê meşandin çar parçayên Kurdistanê gihandiye hev û kiriye yek. Têkoşîna jinên Kurd ku bûne yek dil jî azadî mîsoger kiriye.
Me weke hêza jin ku li Şengalê berxwedana xwe didomînin wezifeyên xwe destnîşan kir û me pêdivî dît ku nasnameya xwe ji nû ve bi nav bikin û ji niha pê de di bin navê Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê de têkoşîna xwe bidomînin. Di bin navê Yekîneyên Jinên Şengalê de derbasbûna pêvajoya têkoşînê a nû û li gorî vê erkê pêşxistina rêxistinbûnê weke hedefa sereke hate destnîşankirin. Nirx û tecrûbeyên têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd em ji bo xwe weke mîras qebûl dikin. Tevî vê yekê di konferansa me de li gorî xweseriya xwe rêxistinbûn û pêşxistina zanistiya parastinê, ji holêrakirina xetereyên fermanan û mezinkirina artêşa xwe weke biryardariyekê derkete pêş.
Di konferansê de me biryar da ku li ser bingeha perspektîf û paradigmaya ekoloji û azadiya jinê ya Rêber APO ku her tim bi hestyariyeke mezin nêzîkî me bû û destûr neda ku gelê Êzîdî û jinên Êzîdî bi komkujiyeke hîn mezintir re rû bi rû bimînin em Êzîdxanê ji nû ve ava bikin. Me azadiya Reber Apo ku xwe weke şervanekî têkoşina azadiya jinê bi nav dike, weke sedema bingehîn a têkoşînê destnîşan kir.
Me soz da ku em xwişkên xwe ku ji aliye çeteyên DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin, hatine revandin û li bazaran hatine firotin, rastî tecawuzê hatine rizgar bikin û tola wan hildin. Me ev weke yek ji hedefên sereke yên têkoşîna xwe destnîşan kir.
Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ku li çiyayên Şengalê xwe weke parastina artêşa jinan bi rêxistin kir, li diji hemû helwest û politikayên desthilatdariya mêr û îdeolojiyên ku jinê binpêdike û dike kole, wê bibe çek û rêyeke tolhildanê. Ji bo hemû jinên Êzîdî, Kurdistanê, hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya demokratîk pîroz be."
(ja/zt)