Rojnameger Sebahattin Koyuncu hate binçavkirin

18:29

JINHA

ŞIRNEX – Xebatkarê çapemeniya Şaredariya Silopiyê rojnameger Sebahattin Koyuncu ji hêla tîmên taybet ve hate binçavkirin.

Li navçeya Sîlopya Şirnexê ku êrîşê û ablûka berdewam dikin, xebatkarê çapemeniya Şaredariya Silopiyê Sabahattîn Koyuncu hate girtin. Hate zanîn ku li ser Riyahevrişmê pêşiya wesayîta Sebahattin ji hêla wesayîtên zirhî ve hatiye girtin û piştî kontrolkirina nasnameyê hatiye binçavkirin.

Sedema binçavkirina Sebahattin nehat zanîn. Hêzên dewletê Sebahattin birin Midûriyeta Polîsan a Silopiyê.

(ozp/zt)