Li Kobanê pîrozbahiya roja zimanê dayîkê
18:57
JINHA
KOBANÊ - Bi boneya Roja Zimanê Zikmakiya Navnetewî Komîteya Perwerdê ya Civaka Demokratîk û Saziya Zimanê Kurdî şahiyek li darxistin. Di şahiyê de mamoste û xwendevanên dibistanan amadebûn.
Bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakiya Navnetewî Komîteya Perwerdê ya Civaka Demokratîk û Saziya Zimanê Kurdî şahiyek li darxistin. Xwendevan û mamoste dibistanan heya Qada Azadî bi pankartên 'Girîngbûna ziman afirandina raman ê', 'Bê ziman jiyan nabe' û 'Zimanê me hebûna me ye' meşiyan. Di meşê de heman duruşme jî hatin berzkirin. Li Qada Azadî ji bo giyana kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane deqeyek rêz hat girtin. Ser navê Saziya Zimanê Kurdî Rêzan Etî axivî û got; "Herî zêde pêdiviya me bi girîngîdayîna zimanê dayîkê heye. Ji ber ku zimanê me heya niha bin dest bû û bi şoreşê re me bindestî şikand. Em hêvî dikin bi têkoşînê her gelek bikaribe li zimanê xwe yê dayîkê vegere."
Ji Akademiya Şehîd Viyan Amara jî Cîhan Hesen wiha axivî; "Tişta herî xweş îro zarokên me bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin. Îro bi vê munasibê li qada şehîdan qada ku mamosteyên me li vir şehîd bûn, xwendevan li vir helbestan diyarê mamosteyên xwe yên şehîd dikin. Xwendevan divê li pey şopa mamosteyên şehîd Viyan Amara, Gulistan, Rodî û Perwin de bimeşin."
Ji Komîteya Perwerdeya Civaka demokratîk Azad Wêso jî wiha got: "Çawa di dinyayê de pir gel bi zimanê xwe dixwînin, em jî dixwazin ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û xebata me niha li ser vê bingehê dimeşe. Herwiha divê xwendevanên Kurd jî li ser rêya mamosteyên xwe yên şehîd zimanê dayîkê pêşbixin û biparêzin."
Şahî bi gerandina govendê bidawî bû.
(rê/zt)