Nûçegihana me Handan Tufan jî di nav de 5 rojnameger hatin binçavkirin
20:30
JINHA
MÊRDÎN - Hevalên me yên rojnameger ku komkujiya Cizîrê didan raya giştî Handan Tufan, Eylem Baykuş, Ahmet Kanbal û Servet Yigen li gel mala ku xwediyê mala ku lê mêvan bûn M. Ali Yilmaz girtin binçavan. Xebatkarê çapemeniya Şaredariya Silopiya Sabahattin Koyuncu jî bi wesayîta wî ve girtin binçavan.
Hevalên me yên rojnameger ên li Silopiyê nuçe dişopandin hatin binçavkirin. Nûçegîhana JINHA yê Handan Tufan, nûçegîhanê DÎHA'yê Ahmet Kanbal, xebatkarên Pel Produksiyonê Eylem Baykuş û Servet Yîgen ên ku li Silopiyê karên otopsiyê yên cenazeyên welatiyên ku li Cizîrê hatibûn qetilkirin dişopandin di serdegirtina malê de hatin binçavkirin. Tîmên taybet li taxa Cudiyê bi ser mala ku her 4 nûçegîhan mêvan bûn de girtin û li malê qasî saetekî lêgerînê kirin. Piştî kontrola nasnameyan, 4 rojnameger û xwediyê malê M.Alî Yilmaz hatin binçavkirin.
Tîmên taybet ên ku der barê binçavkirinê de tu agahî nedan, dest danîn ser compîtur, kamera, wênekêş û hemû alavên teknîkî yên rojnamegeran.
Hate zanîn ku hevalên me yên rojnameger û M. Ali Yilmaz birine Miduriyeta Emniyetê ya Silopiyê.
Xebatkarê beşa çapemeniyê ya Şaredariya Silopiyê Sabahattîn Koyuncu jî, dema bi wesayîta xwe ve li ser riya Îpekyoluyê di rê de bû hat binçavkirin.
(zt)