Senîha ya di jerzêmîna Surê de: Li gel me birîndar, zarok û jin hene

20:41

JINHA

AMED - Parlemêntera Amedê Sîbel Yîgîtalp dengê birîndarên ku li Surê asêmayîn bi telefonê da guhdarkirin. Jina bi navê Senîha Surer a di jerzêmîna Surê de wiha got: "Li vir xanî hemî xira bûne. Cihekî ku em têde bimînin nîne, em jî di jerzêmînê denin. Li vir zarok, bebik û gelek birîndar hene. Em neçarin bi kincên zarokan xwina birîndaran di sekinenin.

Navçeya Sur Amedê ev 82 rojin dibin dorpêç û êrîşên dewletê deye. Parlementera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgitalp dengê nezî 200 birîndarên ku dibin jerzêmîna Surê de mayin qadkirî bi çapêmeniyê re parkir. Kurê Senîha Surer Mehmet Beşîr Surer, hevjinê wê Nezîr Surer keça wê Vasfiye Turan jî di jerzêmîne de asê mane.

Jina bi nave Senîha Surer gava bi telefonê di axivî dengê wê qut dibû û denge teqîna dihat û wiha bûyer ragihand: "Em niha qasî 15 jinin li gel me birîndar hene jin, zarok hene, ji mara jinan ji ya mêran zêdetire. Li gel me vega 7 zarok hene û nave zarokê birîndaran wihane: "Elîf Su Aslan (4) heyvî, Ozgur Aslan (3) Muaz Aslan (4) Rojda Aslan (7) Gulîstan Aslan (11) Berîtan Tosun (2) Şerif Tosun (10) ev tenê yên li gel mene. Li gelek cihan zarokên birîndar hene, ez tenê navê wan zanim ez paşnavê wan nizanim. Navê wan zarokan wiha ne: "Yek jê Velî 9-10 saliye, Ruken 4-5 salî ye û Berfîn 4-5 salî ye, lê ew jime durin. Tu agahiya min ji wan nîne. Em 30-40 kesin lê piranî jinin. Ya ku lime tê kirin li ti derî nayê kirin. Li vir tu dever nîne ku em lê bimînin, hemî xanî xirabûne. Em di jerzêmînê dene zarok û bebik hene. Tam em li vir 30- 40 kesîn, lê dibin xaniyan de dibin jerzîmînê de gelek birîndar hene. Em hevdu nabînin tikas nikare serê xwe ji erdê rakin. Roje kêmî 20 topan li dorame di keve. Agahiya tikesê ji tikesê nîne. Herkes perîşane, livir çima tukes tiştek nake? Dad li vî welatî nîne? Ma dewlet wiha ye?"

(dt/zt)