Li Rimêlan 1. Kongreya Jinên Ciwan

09:05

JINHA

RIMÊLAN - Jinên Ciwan 1. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan nirxandin û gotin; "Di cîhanê de kesê ku herî zêde girîngî dide jin û ciwanan Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê jinên ciwan biryar girtin ku bi lidarxistina kongreyê di meha Sibatê de ji hêzên komploger re bêjin ku hûn nikarin Rêberê me dîl bigrin."

1. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan bi dirûşma "Bi berxwedana jinên ciwan, azadiya Rêber Apo û şoreşa Kurdistanê misoger dibe" di 19'ê Sibatê de hate lidarxistin. Ji Kantonên Kobanê û Cizîrê, jinên ciwan ên Kurd, Ereb û Sûryan 301 delege amade bûn. Jinên ciwan di derbarê armancên lidarxistina kongreyê de nirxandin kirin.

Rêvebera Tevgera jinên Ciwan û endama komîteya amadekariya kongreyê Hêvî Xebat sedema lidarxistina kongreyê de wiha axivî: "Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê,Tevgera Jinên Ciwan bi awayeke xweser dest bi hemleya rêxistinkirina jinên ciwan kir. Di her bajaran de rêxistina xwe çêkirin. Em bi pirsgirêkên jinên ciwan re mijûl bûn û me ew bi awayek zindî tevlî şoreşê kirin. Me xwe gihand girseyeke mezin a jinên ciwan. Me meclîs û komîn avakirin û konferansên xwe yên kantonan çêkirin. Di konferansa me ya Kanotna Cizîrê de me tevgera xwe a jinên ciwan îlan kir. Di sala 2015'an de me biryara lidarxistina kongreyek di asta hemû Rojava de stand."

Hêvî wiha qala pirengiya Kongreyê jî kir: "Pêkhateyek dewlemend hatiye gel hev. Di serî de em dixwazin li ser rewşa jinan a di şoreşê de, rewşa hemû jinên ciwan ên di nava xebat, tevger û baweriyên cuda de cih digrin nîqaş bikin. Wê ji niha û pêve pîvan û rêgezên me li ser çi bingehê bin, diyar be. Di çarçoveya dûruşmeya kongreyê de emê bi berxwedaniya jinên ciwan azadiya Rêber Apo û biserxistina şoreşa Kurdistanê bikin bingeha xebatên xwe. Li ser vê bingehê emê hewl bidin jiyaneke nû damezirînin. Em wek jinên ciwan xwedî du erkên girîng in, ji ber em hem ciwanin hem jî jinin. Ji bo azadkirina civakê emê rola pêşengtiyê hilgirin û bibin pêşengên jiyana azad."

'Armanca me xwe gihandina hemû jinên ciwane'

Endama Dîwana Kongreyê û Rêvebera Tevgera Jinên Ciwan a Kantona Kobanê Jînda Munzur jî wiha axivî, "Ez kongreyê li Rêber Apo û tevahiya jinan pîroz dikim. Di demeke wiha de lidarxistina kongreyê pir girîng e. Ev encama têkoşîna bi salan a jinan e. Encama pêşengtiya Zîlanan, Bêrîtanan û Viyanan e. Îro li ser mîrasê vê têkoşînê kongre tê lidarxistin. Hedefa me ji vê kongreyê ewe ku em bigihîjin hemû jinên ciwan. Ya girîng ewe ku em bikaribin di her derê de jinên ciwan bi rêxistin bikin."

Jînda Mûnzûr gotina Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan a 'Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye' bi bîr xist û wiha berdewam kir: "Li hemû qadên Rojava jinan pêşengî kir û di nav de jî jinên ciwan roleke girîng girtin. Di nava vê şoreşê de gelek jinên ciwan şehîd bûn. Jinan di hemû qadan de cih girtin û pêşengî kirin. Ji bo ku jina ciwan karibe hîna rêxistinkirî û bi awayeke xurtir pêşengî bike, ev kongre tê lidarxistin. Ji bo ku hemû jinên ciwan beşdarî têkoşînê bibin kongre dê bibe zemîneke xurt. Careke din ez li vî cihê pîroz ku kongre tê lidarxistin silav û hezkirina xwe ji Rêber APO û tevayî jinên ciwan radigihînim."

'Di kongreyê de nêrînên rengîn hebûn'

Berçem Xelîl Endama Rêvebiriya Tevgera Jinên Ciwan û Endama Komîteya Amadekar a Dîwana Kongreyê amadekariyên kongreyê nirxand û got: "Piştî lidarxistina konferans û civînên li Kantonan biryara kongreyê di asta tevahiya Rojava de hate wergirtin. Pêvajoya amadekariya kongreyê coşeke mezin avakir. Xala sereke ew bû ku rêxstina jinên ciwan êdî ji rewşa xwe ya heyî ya teng derkeve û xwe firehtir bike. Ji ber sîstema Rojava ber bi Sûriyeya Demokratîk ve fireh dibe, divê tevgera me jî xwe bigihîne vê astê. Di pêvajoya amadekariyê de me bi partiyên siyasî re hevdîtin kir û jinên ciwan ên di nava sazî û rêxistinan de hatin vexwendin. Jinên ciwan ên di nava 6 partiyan de biryar dan bibin endamên Kongireya Tevgera Jinên Ciwan. Di vê kongreyê de pir nêrîn û felsefeyên cuda beşdar bibin jî lê armanc û hedefa me hemûyan yek e. Em tev ji bo Kurdistaneke azad û Sûriyeyeke demokratîk ku jinên ciwan ji vê re pêşengtiyê bikin têdikoşin."

Berçem di 19'ê Sibatê de lidarxistina kongreyê weke bersiva jinên ciwan a ji bo komploya Navnetewî nirxand û wiha pê de çû: "Di cîhanê de kesê ku herî zêde girîngî dide jin û ciwanan Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê jinên ciwan biryar girtin ku bi lidarxistina kongreyê di meha Sibatê de ji hêzên komploger re bêjin ku hûn nikarin Rêberê me dîl bigrin."

'Felsefeya Rêber Apo rê nîşanî me dide'

Jina ciwan a Siryanî Nînewa Gebro Corcîs jî derbarê kongre de wiha axivî: "Ez ji Çilaxa me, despêkê em wekî jinên Siryanî kongreyê li hemû jinan pîroz dikin. Ez wekî endama ciwanên PYD'ê, di meclisa giştî de cihê xwe digrim. Ji hemû jinan re dibêjim çi pêkhateya Suryan, Kurd, Ereb û hwd. ku felsefeya Rêber Apo rê nîşanî me dide. Divê em hemû li ser vê ramanê têkoşîna xwe bidomînin û berxwedanê hîna zêdetir bigihînin astên herî bilind. Hêviya me ew e ku hemû jin ji bindesî û koletiyê azad bibin. Em dixwazin ku ev kongre bibe pirek ji bo naskirina rêya azadiya xwe. Ez weke jineke Suryanî dixwazim hemû jin û taybet jinên Suryanî tevlîbûna xwe ji xebatên bi vî rengî re bidin çêkirin. Bila jinên Suryan jî wekî pêkhateyên din li ser fikir û ramanên Rêber Apo têkoşîna xwe bide meşandin. Ji ber ku azadiya jinê misoger di vê felsefeyê de veşartiye.

Em wekî jinên ciwan ên Suryanî hatine vê kongreyê û em hêvîdarin ku hemû jin hêza xwe bikin yek û li hember hêzên ku dixwazin jinan ji rastiya wan dûr bixin, têkoşîna xwe nîşan bidin. Ez berxwedana Rêber Apo, jinên ciwan, YPG û YPJ'ê pîroz dikim."

'Emê bi jina azad civaka azad avabikin'

Efaf Elhesen a Ereb jî derbarê kongreyê de wiha axivî: "Ez ji şaredariya gel a bajarê Hesekê tevlî kongreyê bûme. Di vê kongreyê de bihevrebûna gelan tê xuyakirin, ji ber ku jinên ji hemû pêkhateyan cihê xwe tê de girtine û bê cudahî her kes tevlîbûnê dide çêkirin. Ji bo ku em civakek bê koletî ava bikin, divê hemû jin taybet ên ciwan pêşengtiyê ji her qadên jiyanê re bikin, armanca kongre jî ew e ku bi fikrekî azad û jineke azad civakeke azad biafirîne. Ji bo wê jî divê em mil bi mil li ser bingeheke saxlem gavên xwe biavêjin û asta têkoşînê bilind bikin."

'Nav û alaya me rêxistina jinên ciwan hat guhertin'

Rêvebira Tevgera Jinên Ciwan Şîlan Emgîhan jî berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kir û got: "Di demeke wiha dîrokî de ku li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke bêhempa tê meşandin û hemleya rizgarkirina Şedadê bi serket, konge gelekî watedar e. Di kongreyê de gelek biryerên nû girtin. Di vê navberê de emê çawa di Sûriyeya Demokratîk de pêşengiyê bikin, emê çawa ji niha û şûnde pêşengtiya şoreşa Rojhilata Navîn bikin. Yek ji biryarên din ên kongreyê jî vekim me di kongrde hem navê xwe guhert, hem jî ala xwe guhert. Navê me bû Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC). Bandora kapîtalîzmê çawa ye û divê jin çawa têbikoşe, hate destgirtin. Herwiha bandora zihniyeta zilam a liser jinê bû rojev û em gihîştin encamên girtîng. Bi giştî em dikarin bêjin beşdariya jinan pir bi coş û moral bû. Me kongre bi awayeke serketî bidawî kir."

(zt)