Zemîde Tekîn: Em şopdarê zarokên xwene

09:06

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Dayika Naim Tekîn (Mazlum Colemêrg) ê ku li Wanê di nav 12 ciwanên hatîn qetilkirin de bûye Zemîde diyar kir ku ewê li peyî şopa zarokên xwe bin.

Li Wanê 12 ciwan ji aliyê polisan ve di 10 Çile yê de di nava avahiyekê de hatin infaz kirin, Naim Tekîn (Mazlum Colemêrg) jî hebû. Zemîde Tekîn destnîşan kir ku hêzên dewletê dixwazin berxwedana mazluman têk bibin lê her ku êrîş bikin dê berxwedan mezin bibe û wiha domand; "Li Wanê 12 zarokên me bi hovane ji aliyê hikûmetê û sixûran ve hatin qetil kirin. Mazlum jî yek ji wan ciwanên şoreşgerebû, ew nikarin bi van kirinan me têk bibin. Ji ber ku em dayikên şoreşgeranin, emê li hemberî zilma dagirkeriyê tekoşina zarokên xwe bigirin ser milê xwe. Ji ber riya ku kurê min û ciwanên Kurdistanê tê da rêya herî raste. Kurê min tu car li hemberi zilmê serê xwe ne tawandiye. Di zarokatiya xwe de jî ev serbilindbû, li hemberi bê mafiyê her tim disekinî. Mazlum pêşeroja ciwana bû. Ez bi Mazlum serbilindim."

'Bila hikûmet bitirse ji ber niha bihezaran Mazlum hene'

Dayika Zemîde wiha pêde çû: "Mazlum di riyek serfiraz de şehid ket, ji aliyê sixûrên xwinxwar ve hat qetil kirin. Bila ew qet mereq nekin ji ber ku niha li Kurdistanê bihezaran Mazlum hene. Mazlum şehidê tevahiya Kurdistanê ye. Serê Rêber Apo sax be. Hikumet ji hêza wan 12 ciwanan ditirsi ji ber wê li rojnameyên nijadperest de sernûçeyên weke 'Hêza Elbakê têk çû' nivîsandibûn. Ev tê wê wateyê ku hikumet û xiyanetkar çiqas ji hêza zarokên me ditirsin. Niha ji aliyê hikumetê ve nehatiyê diyar kirin ku ew çawa hatin qetil kirin. Ji xwe em dizanin ku wan qetilkiriye. Gava ku min Mazlum dit min ruyê Mazlum nas nekir. Ji ber ku 12 gule li serê Mazlum dabûn. Bila sixûrên nemerd û Hikumet bizane ku em jî şopdarên Mazlumanin."

(zyd/zt)